ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.

- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera komkujiya Roboskî peyamek weşand û ji bo hesabê komkujiyan bê pirsîn bang li her kesî kir ku hîn bêhtir têbikoşin.

- Koordînasyona Wêjeyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê her sal mohra xwe datîne binê projeyeke nû. Îsal jî 10 jin ên ciwan ji bo nivîskariyê amade dike. Li herêmê 62 pirtûk hatin weşandin, 23 pirtûk hatin nîqaşkirin, 4 pirtûkên Erebî hatin nivîsandin.

- Hevserokê Buroya Têkiliyên bi Gel re ya PYD'ê Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî di wê astê de ye ku paşerojê bibe destûra bingehîn a Sûriyeyê û got, "Nabe ku êdî Sûriyeyê tenê bibe Komara Ereb a Sûriyeyê."

- Endamê Desteya Eşîran ê Şengalê Emer Saleh anî ziman ku di sala 2023’yan de ji Bexda heya Mûsilê, ji Silêmaniyê heya Ewropayê xebatên dîplomatîk ên xurt hatine meşandin û got, “Fikrên Rêber Apo ji Şengalê belavî her derê dibe.’’