ROJEVA 28’Ê KANÛNA 2023’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
- Îro salvegera komkujiya Roboskî ye. Bi wesîleya salvegerê wê merasîmên bîranîna qurbaniyên komkujiyê bên şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê û geşedanên girêdayî vê yekê wê bên şopandin.
- Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn diyar kir ku pirsgirêkên li Rojhilat û Îranê, encex bi rêyên demokratîk mirov dikare çareser bike û got: “Em ê pir bixebitin, wezîfeyên xwe bi cih bînin û di encama vê de jî jiyaneke azad, demokratîk û wekhev bi gelê xwe bidin qezenckirin.”
- Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Demîr ragihand ku girtiyên ku li girtîgehên Tekîrdag, Antalya û Sîlîvriyê di nava greva birçîbûnê de, ev 10 roj in cezayê hucreyê li wan hatiye birîn.
- Ji Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîg diyar kir ku YJA Star bi hêza xwe ya cewherî îsal kir salekî dîrokî yê berxwedaniyê û got: “Em ji sala nû re amade ne.”
- Li herêma Serhedê li gorî salên borî hejmara jinên ku ji bo namzetiya DEM Partiyê serlêdan kirine zêde bûye.
- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2023’an de 80 berhemên muzîkê hatin weşandin, 36 belge film hatin kişandin. Li herêma ku 5 mihrîcan lê hatin lidarxistin, kargehên şanoyê û perwerdehiyên hunerî jî bênavber domiyan.