ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2019’AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 29’ê Cotmeha 2019’an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 29’ê Cotmeha 2019’an.
Bûyerên der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.
Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk wê werin şopandin.
Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku ya li Kobanê bi ser xist ruhê yekîtiya neteweyî bû û destnîşan kir, ku ya niha jî bi ser bixîne yekîtiya neteweyî ye.
Ciwanên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk xwe gihandin Rojavayê Kurdistanê tevlî berxwedanê bûn. Ciwanan bang li ciwanan hemûyan kirin ku tevlî Berxwedana Rûmetê bibin.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Pedersen anî ziman ku komîteya destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê wê di 30’ê Cotmehê de bi rengekî fermî dest pê bike û got, “Pîvana bingehîn a destûra bingehîn a nû wê serweriya Sûriyeyê, yekparebûna xaka wê û serxwebûna wê be.”
Daxwaza pêkanîna hilbijartina pêşwext a li Brîtanyayê ya beriya Brexîtê li Kamara Avamê nehate qebûlkirin. Dibe ku qutbûna bi rengekî lihevkirî ya beriya 31’ê Çileyê pêk neyê.
Nûnerê Taybet ê DYE’yê yê Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê Brett MecGûrk di mijara kuştina lîderê çeteyên DAÎŞ’ê El Bexdadî de destnîşan kir, hin tişt hene ku divê Tirkiye îzah bike.