ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2023’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê wên bên şopandin.

-Piştî ku dewleta Tirk a dagirker li Şengalê 5 karker qetil kir, wê îro li Şengalê û gelek navendan çalakiyên protestoyî bên lidarxistin. Wê ev çalakî bên şopandin.

-Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku sala 2023’an weke gel, jin û ciwanan wan li ber xwe da û çalakiyên dawî yên gerîlayan weke destpêka paqijkirina dagirkeran pênase kir.

-Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku divê Ewropa û NATO sûcên şer ên dewleta Tirk bibîne û got: “Komeke mafyayê, dest daniye ser dewleteke stratejîk. Tirkiye divê ji vê rejîma mafya û terorê rizgar bibe.”

-Xelkê Şêqmeqsûd bi şervanên xwe re qasî 8 mehan li wê taxa biçûk berxwedaneke mezin raber kir.