ROJEVA 3’Ê ÇILEYA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
- Hevşeradara Nisêbînê Semîre Nergiz a ku qeyûm şûna wê hatî tayînkirin, wiha got: “Nisêbîn bajarê berxwedanê ye; ciheke polîtîk e ku xwedî sekin û reng e. Şikandina vê îradeyê û bêwatehiştina vê nasnameyê, ew qasî hêsan nîne.”
- Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Halîme Akyol diyar kir ku ew ê li dijî zihniyeta ku hewl dide jinan ji jiyanê qut bike, li her deverê hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin.
- Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve hatibû desteserkirin, bi 15 hezar TL bertîl karkeran digire kar. Pereyên ji bertîlê tên dişînin Komeleya Ciwanên Welatparêz û Ulku Ocaklari.