ROJEVA 30’Ê KANÛNA 2023’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kudistan û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê  yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê, wê bên şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku têkoşîna sala 2023’an mîrateyeke mezin ji sala 2024’an re hişt û got: “Em ê sala 2024’an hîn bêhtir bibin fedayî, hîn bi hêztir şer bikin û hîn bêhtir bi ser bikevin.”

- Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan anî ziman ku bêhiqûqiya sereke tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Divê demildest tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe.“

- Di nava salê de li girtîgehan bi hezaran binpêkirinên mafan hatin kirin. Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Parêzer Firat Taşkin anî ziman ku girtîgeh ku bûne cihên îşkence, zext û mirinê, li dijî binpêkirinên mafan veguherîne qadên berxwedanê.

- Endama Koordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan diyar kir ku jinan bi şoreşa Jin Jiyan Azadî derbeya herî mezin li rejîmê xist û got ku şoreş bi Kurdistanê re sînordar nema, li hemû cîhanê belav bû.