ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê  yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê, wê bên şopandin.

-Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya sala nû peyamek weşand û got: “Em bawer dikin ku gelên cîhanê û gelê me ku sala 2023’an hêviya serketinê hîn mezintir kirin, wê sala 2024’an bi temamî veguherînin sala serketinê.”

- Di 11 mehên dawî de 134 rojnamevanên ku piraniya wan Kurd in hatin binçavkirin û 33 rojnamevan hatin girtin. Rojnamevanên Kurd di 2023’an de bi zextan, binçavkirin û girtinan re rû bi bû man û li dijî vê bi berxwedana xwe rastiya demokrasiya Tirkiyeyê raxistin ber çavan.

- Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed got: “Tevî şerê taybet û êrîşan jî weke Kongra Star me hem di şoreşê de, hem jî di nava civakê de pêşengî kir.”

- AKP ji hilbijartinên herêmî re 3 meh maye, dest bi hîleyên hilbijartinê kir. AKP’a ku bi salane li navçeya Artemêtê winda dike, dengdêran tîne navçeyê.

- Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku bi awayekî sîstematîk li ser kesên li Kurdistanê têkoşîna mafan dimeşînin zext û sîxurtî tê ferzkirin û got, “Ferzkirina sîxurtiyê sûcê bêpar hiştina ji mafê azadiyê ye. Binpêkirinên bi vî rengî ancax bi têkoşîna li dijî kesên ku van binpêkirinan çêdikin bi dawî bibe.”