ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Çileya 2020'î.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Çileya 2020'î.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî dagirkeriyê diqewimin wê bên şopandin.
DYE ku bi rêveberiya Donald Trûmp re di siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn de guhertinên mezin kir, piştî îlîzyona vekişîna ji Sûriyeyê û pêşîvekirina dagirkeriya dewleta Tirk, niha jî li Iraqê gavên hişk diavêje.
Fadîle Tosûn ku kurekî wê di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku kurekî wê jî piştî komkujiyê tevlî nava refên PKK'ê bû. Tosûn got, "Kurê min piştî komkujiyê gelekî bi hêrs bû. Ji xwe timî dest ji dibistanê berdida û digot ku ew dixwaze tevlî gerîla bibe."
DYE piştî ku Qasim Silêmanî û Fermandarê Haşdî El Şabî Ebû Mehdî el-Muhendîs kuşt, kete nava xeleka ji agir. Parlamenta Iraqê ji bo nirxandina banga lîderên Şîa ya ji bo derxistina hêzên DYE'yê ji nava welêt, wê îro li hev kom bibe.
Piştî ku li Iraqê ji ber kuştina Silêmanî rewşeke aloz rû da, mûxalefeta Elman vekişîna leşkerên xwe yên li herêmê kir mijara nîqaşê. Wezîra Parastinê Annegret Kramp-Karrenabûer ev nîqaş bi dawî kir.
Kalê extiyar Alî Ûcûn ê li Sûr a dîrokî, ku çavên wî nabîne awazê dide bilûrê. Alî Ûcûn dibêje, bilûr eşq e, hezkirin e, dîrok e.
Aktîvîsta ciwan Greta Thûnberg ku li gelemperiya cîhanê xwedekar li dijî guhertina avhewayê xiste nava liv û tevgerê, li dijî bikaranîna nav û wêneyên wê li ser eşyayên diyariyan, kete nava liv û tevgerê.
Tê gotin ku hejmara mirovên li Endonezyayê ji ber karesata lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 60 kesî. Helîkopteran doh tevahiya rojê xwarin gihandin mirovên ji lehiyê rizgar bûn.