ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê wê di roja duyemîn de bi panelan bi dawî bibe.
- Parlamentera Bedlîsê ya HEDEP'ê Semra Çaglar Gokalp got, li gundên Bedlîsê yên ku herêma qedexe ya leşkerî, herêma ewlekariyê û qedexeya derketina derve lê hatiye ragihandin, ewlehiya can û mal nîne.
- CEO ya Women for Justice Dr. Leyla Ferman bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrîşên hewayî yên li ser Şengalê weke şermeke mezin pênase kir û got, ji bo li hemberî dewleta Tirk doz bê vekirin, ew dixebitin.
- Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Erdîşê biryara neşopandinê ya Dozgeriya Komarê ya têkildarî komkujiya sala 2016'an rakir ku Hediye Ataman ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin. Lê belê dadgehê komkujî tenê weke 'sûcê birîndarkirinê' nirxand.
- Meryem Temir helbestvanek ji Hesekê ye. Şer û şervanên li Rojava û bandora li her nifşî, bi helbestên xwe vedibêje.