ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Parlamentera Colemêrgê ya HEDEP'ê Oznûr Bartin xwest, daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bi cih bêne anîn û got, "Divê hiqûq bê bicihanîn, hevdîtin bi Birêz Abdullah Ocalan re bê kirin."

- Li Qelqeliyê ku mîna dorpêçkirî ye û çavkaniyên xwe yên aboriyê hemû hatine birîn, şêniyên herêmê dibêjin ku ji ber sekna xwe ya siyasî têne cezakirin.

- Li Tirkiye û Kurdistanê bi taybetî di dema desthilatdariya AKP'ê de bûyerên kuştina jinan zêde bûne.

- Şervanên Ereb Delal Amed û Omer Tilkoçer ku ji bo jiyaneke wekhev, bi rûmet û azad tevlî nava refên gerîla bûn, bal kişandin ser girîngiya PKK'ê ya ji bo biratiya gelan.