Rojnameger Kaplan serbest hate berdan

Derhênerê Giştî yê Weşanê rojnameya Yenî Yaşamê Çagdaş Kaplan ê ku li Stenbolê hatibû destgîrkirin, piştî îfadeya wî ya li dozgeriyê serbest hate berdan.

Hate hînbûn ku Çagdaş Kaplan ji ber parvekirina nûçeyan û wêneyên ku li Kobanê kişandiye, hatiye destgîrkirin.

Parvekirina nûçe û wêneyan di çarçoveya ‘propagandaya rêxistinê’ hate nirxandin. Kaplan di dozgeriyê de got ku parvekirinên wî di çarçoveya azadiya çapemeniyê de ye û ne sûc e.

Parêzerê wî Ramazan Demîr jî diyar kir ku parvekirinên ku qala wan tê kirin di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de ye.