Rojnamevan Sedat Yilmaz ji girtîgehê derket
Rojnamevan Sedat Yilmaz piştî biryara berdanê, ji girtîgehê derket.
Rojnamevan Sedat Yilmaz piştî biryara berdanê, ji girtîgehê derket.
Yekemîn rûniştina doza edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz ku di çarçoveya lêpirsînekê de ku navenda wê Enqere bû, di 29'ê Nîsanê de li Amedê hatibû binçavkirin û di 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hatibû girtin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "avakirin û rêvebirina rêxistinê" dihat darizandin, îro li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Yilmazê ku di rûniştina ewil de hat berdan, piştî nêzî 8 mehan ji Girtîgeha Kampusê ya Amedê derket.
Yilmazê serbest hat berdan li ber girtîgehê ji aliyê malbata xwe, Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û gelek rojnamegeran ve bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin.
Piştî pêşwazîkirinê li ber girtîgehê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Giştî yê DFG'ê Serdar Altan ku destpêkê di daxuyaniyê de axivî got: “Em hêvî dikin ku em ê hevalên xwe yên din jî wergirin. Sedat îro li dadgehê parastina xwe kir. Dixwestin pîşeya wî bê darizandin, lê hem wî hem jî parêzerên wî bersiva vê yekê dan. Îdianame pûç bû."
Paşê li vir Yilmaz jî axivî. Yilmaz got: “Ruhê min, hişê min, mejiyê min li gel mirovên li pişt van dîwaran ma. Bi hezaran kes di girtîgehan de ji bo jiyanê têdikoşin. Tu wateya azadiyên takekesî tune ye."