RSF: Di sala 2023'an de 45 rojnamevan hatin qetilkirin
Li gorî rapora Rojnamevanên Sînornenas di sala 2023'an de 45 rojnamevan hatin qetilkirin, 54 rojnamevan jî hînê dîlgirtî ne, 84 jî winda ne. Li Tirkiyeyê 43 rojnamevan hatin girtin.
Li gorî rapora Rojnamevanên Sînornenas di sala 2023'an de 45 rojnamevan hatin qetilkirin, 54 rojnamevan jî hînê dîlgirtî ne, 84 jî winda ne. Li Tirkiyeyê 43 rojnamevan hatin girtin.
Li gorî bîlançoya sala 2023'an a Rojnamevanên Sînornenas (RSF), di sala 2023'an de 13 jê li Xezeyê bi giştî 45 rojnamevan dema ku karê xwe dikirin hatin qetilkirin. Li gorî raporê heta 1'ê Kanûnê 541 rojnamevan girtî bûn. Her wiha di nava salê de li Tirkiyeyê 43 rojnamevan ji girtîgehê derbas bûn.
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas a Navneteweyî (RSF) bîlançoya li ser salê eşkere kir û diyar kir ku li cîhanê 521 rojnamevan dema ku raya giştî agahdar dikirin hatin girtin. Hate ragihandin ku herî kêm 13 ji rojnamevan li Xezeyê bi giştî 45 rojnamevan hatin kuştin. Saziyê diyar kri ku 9 rojnamevan dema ku sûcên rêxistinkirî lêkolîn dikirin, 6 rojnamevan jî dema ku nelirêtî lêkolîn dikirin hatin kuştin.
RSF'ê ragihand ku tevî nûçegihanên têkiliya wan bi rengekî eşkere bi pîşeyên wan nehatiye eşkerekirin hejmara nûçegihanên li Xezeyê hatin kuştin 56 kes e. RSF'ê diyar kir ku li cîhanê 54 nûnerên medyayê dîlgirtî, 84 jî winda ne.
Li gorî RSF'ê ku navenda wê li Parîsê ye di sala 2022'an de 61 rojnamevan hatin qetilkirin.
DELORÎRE: ROJNAMEVAN BI ZANEBÛN TÊNE KUŞTIN
Ji 45 rojnamevanên îsal hatin kuştin, 23 jê li herêmên şer, 17 ji wan jî di şerê navbera Îsraîl-Hamasê de hatin kuştin. Serketerê Giştî yê RSF'ê Chrîstophe Deloîre ji bo 13 nûçegihanên li Xezeyê hatin kuştin got, "Li Xezeyê rojnamevan, sivîl berdêlekî giran didin."
Deloîre bi dewamî got, "Em dibînin ku li Xezeyê hejmara rojnamevanên hatin kuştin gelekî zêde ye. Herî kêm 13 ji wan li herêmeke biçûk hatin kuştin. Ji bo tespîtkirina kuştina rojnamevanan a bi zanebûn me li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî gilî kir. Lê bi giştî hejmara rojnamevanên di dema şer de yan jî kar de têne kuştin, kêm bûye. Ev yek di demeke dirêj de pêk hat."
LI TIRKIYE Û ÎRANÊ ZEXTA LI SER ROJNAMEVANAN
Li Îran û Tirkiyeyê rêveberiya zextê li ser girtîhiştina demdirêj a rojnamevanan ava bûye. Di sala 2023'an de li Tirkiyeyê 43 rojnamevan, li Îranê jî 58 rojnamevan di girtîgehê re derbas bûn. Ji 569 rojnamevanên girtî 258 jê li Çînê, Myanmar, Belarûs û Vîetnamê ne."
GIRTINÊN JI BO TEPISANDINÊ
RSF'ê ragihand ku rojnamevanên Kurd ji bo desthilatdariyê 'hedefa taybet' in û diyar kir ku di sala 2023'an de 43 rojnamevan li Tirkiyeyê di girtîgehan re derbas bûne, 7 jê heta 1'ê Kanûna 2023'an girtî bûn, 4 ji wan jî bi 'girtina bi armanca tedbîrê' hatin berdan. RSF'ê têkildarî girtinê ragihand ku ev hejmar nîşan dide, ji bo tepisandinê serî li rêbaza girtinê tê dayin.
Rêxistinê diyar kir ku weke dewama vê pêvajoya di sala 2022'an de destpê kir, di Nîsana 2023'an de herî kêm 13 rojnamevanên Kurd beriya hilbijartinê hatin girtin û piraniya wan piştre hatin berdan.
LI CÎHANÊ 54 ROJNAMEVAN DÎLGIRTÎ NE
Di bîlançoyê de işaret bi 54 nûçegihanên dîlgirtî yên li cîhanê hate kirin û hate ragihandin ku ji 7 rojnamevanên îsal hatin revandin 2 jê hîn jî di destê rêxistina ew revandine de ne. Hate ragihandin ku 38 rojnamevan li Sûriyeyê, 9 li Iraqê, 4 li Yemenê û yek jî li Meksîkayê dîlgirtî ne.