Navenda oksîjenê ya li Qamişloyê hate bombekirin
Di encama bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker de yekane navenda oksîjenê ya li Qamişloyê ji xizmetê derket.
Di encama bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker de yekane navenda oksîjenê ya li Qamişloyê ji xizmetê derket.
Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker, yekane navenda oksîjenê ku Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê di Cotmeha 2021’an de li Qamişloyê vekiribû bombe kir. Li gorî rayedarekî, kargeh piştî hedefgirtinê ji xizmetê derketiye.
Navenda oksîjenê li rojhilatê bajarê Qamişloyê ye û nêzî nexweşxaneya gurçikan e.