Nobeta Edaletê ya li Stenbolê di roja 14’an de ye

Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve  li Stenbolê hatiye destpêkirin di roja 14'an de berdewam dike.

Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyên Marmarayê re (MATUHAYDER) a Stenbolê, ji hêla xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin di roja 14'an de berdewam dike.

Di çalakiya nobetê ya li avahiya Partiya Wekhev û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Bagcilarê pankartên bi Kurdî û Tirkî, "Em ji bo avakirina jiyana azad tecrîdê bişkînin, em bibin dengê zindanan" û " Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hatin daliqandin, xizmên girtiyan berdilkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin.

Çalakiya îro ji aliyê gel û nûnerên gelek saziyan ve hat ziyaretkirin. Beşdaran peyama "Heke daxwaz neyên qebûlkirin dê têkoşîn bidome" dan.

Dayikan di çalakiya nobetê de axivîn û diyar kirin ku ew her roj bi ruhekî nû yê têkoşînê dest bi rojê dikin. Di serdanên ku tevahiya rojê dewam kirin de bal kişandin ser berxwedan û têkoşîna Kurdan a heta niha hatiye kirin û hate destnîşankirin ku heta encamê bi dest bixin wê çalakiyên  nobetê bidomin.

Jina ku îro bi zaroka xwe ya 3 salî re hat nobedê got, “Li vî welatî neheqî li her kesî tê kirin. Pêdiviya me hemûyan bi edaletê heye. Divê her kes piştgiriyê bide Nobeda Edaletê.”

Dayika ku ji destpêka Nobeda Edaletê ve her roj serdana nobedê dike wiha got: “Gelê Kurd bi salan di bin zilmê de ye. Ez wek dayikekê naxwazim kes bimire. Ji ber ku baweriya min bi aştiyê heye. Îro ji nexweşxaneyê derketim û hatim vir. Ez bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bidin vê têkoşîna edaletê. Ev pirsgirêka me hemûyan e, heta em azad bibin wê ev têkoşîn bidome.”