Koordînasyona Êzidiyan: Dewleta Tirk sûcê şer dike, divê bêdeng nemînin

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang kir ku li hemberî şer û sûcên li dijî mirovahiyê bêdeng nemînin.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava bi daxuyaniyeke şermezar kir.

KCÊ-E'yê di daxuyaniyê de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava ku exlaqê şer û nirxên mirovahiyê binpê dike û destnîşan kir ku ev êrîş pêşeroja demokratîk a gelan a ku jiyaneke wekhev, aştî û azad di nava gelan de dibîne, hedef digire. Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî van êrîşan hate şermezarkirin û wiha hat gotin: “Ev bêdengî bi tu awayî nayê fêmkirin û nayê qebûlkirin. Şerê li Başûrê Kurdistanê yên bi gerîlayên azadiya Kurdistanê re wekî hinceta êrîşên ser Rojava nîşan dayîn, bêçaretî û tengazariya hikûmeta dagirker û faşîst a Erdogan raxist ber çavan.”

Daxuyanî wiha berdewam kir: “Parastina herêma xweser ya demokratîk ya ku jiyana demokratîk, bi îstikrar û ewle ya Sûriyeyê pêkan kiriye ne tenê peywira civakekê yan hêzekê ye, di heman demê de peywira hemû hêzên ku li ser navê mirovahiyê tevdigerine. Peywira me hemûyan e ku li dijî van êrîşan bisekinin. Rêveberiya xweser, rêxistineke ku hovên mîna DAÎŞ'ê têk bir. Li dewsa wê jiyana civakî ya demokratîk, ekolojîk azadîxwazî ya jinan û li ser bingeha îradeya xwe ava dike. Bi vê boneyê em bang li gelê xwe, tevahî raya giştî ya cîhanê ya demokratîk, pêşverû û hemû hêzên berpirsyar ên navneteweyî dikin ku çi ji destê wan tê bikin û ya pêwîstiyê bi cih bînin. Xwedîlêderketin û parastina Rojava bi taybetî ji bo civaka Êzidî, meseleyeke etîk û rûmetê ye. Lewma pêwîst e civaka me li ber xwe bide û hemû derfetên xwe seferber bike.”