Encamên hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê hatin eşkerekirin
Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê encamên hilbijartinên encumenên parêzgehan eşkere kir.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê encamên hilbijartinên encumenên parêzgehan eşkere kir.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê encamên dawî yên hilbijartinên encumenên parêzgehên li seranserê Iraqê ku di 18’ê Kanûnê de hatin lidarxistin, eşkere kir.
Li gorî daneyên dawî, Kurdan li Kerkûkê 7 kursî bi dest xistin, 5 ji wan YNK û 2 jî PDK ye.
Ji bilî partiyên kurdî 7 kursî bi dest xistin, Koalîsyona Erebî 5, Eniya Tirkmenî 2 û Xirîstiyanan jî 1 kursî ji kotaya pêkhateyan bi dest xistin.
Encumena nû ya parêzgeha Kerkûkê dê ji 11 kursiyên mêr, 4 jin û 1 kursiyên kotaya pêkhateyan pêk were. Li gorî peyamanê ku hatine kirin, YNK’ê di kursiya pekhateya Mesîhiyan ku serokatiya pêkhatiyê ji aliyê Rayan Kildanî ve tê kirin wergire û bi vî awayî wê tifaqa YNK’ê bibe xwedî 6 kursiyan.