Li Swîsreyê bertekên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk didomin
Kurdistaniyên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dimînin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekê protesto kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dimînin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekê protesto kirin.
Girseya gel li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK-Ge) li Qada Mont-Blancê kom bû, pankart û dowîzên ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk teşhîr dikirin, hilgirtin. Beriya meşê ji bo şehîdan deqeyek rêz girtin.
Piştî rêzgirtinê li ser navê komîteya çalakiyê Mustafa Altunbaş axivî û diyar kir ku dewleta Tirk nêzî 10 roj in li Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê sivîl û qadên jiyanê bombebaran dike. Altunbaş di berdewama axaftina xwe de sivîlên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Hedefgirtina qadên jiyanê yên gel bi taybetî dibistan, tesîsên xwarinê û navendên tenduristiyê nîşan da ku parçeyek ji plana qirkirinê ye."
Altunbaş anî ziman ku heta êrîş bên rawestandin weke gelê Kurd ew ê li qadan bin û li hemberî van êrîşên ku bi zelalî qirkirinê dikin hedef banga hestiyariyê li raya giştî ya navneteweyî û bi taybet gelê Kurdistanê kir.
Piştî axaftinê girse bi berzkirina dirûşman ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Piştî ku girse gihîşt Qada Grottesê, li ser navê Meclîsa Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Ramazan Baytar daxuyaniya bi zimanê Fransî xwend.
Piştî daxuyaniyê Kurdistaniyan bi berzkirina dirûşman dawî li çalakiya xwe anîn.