Demîrtaş: Berxwedana li dijî zilmê rewa ye û em ê li ber xwe bidin

Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di danişîna doza Kobanê de axivî û got, "Em li ber xwe didin, li girtîgehê li ber xwe didin, li meclîsê li ber xwe didin. Berxwedana li dijî zilmê rewa û mafdar e."

Danişîna Doza Kobanê ya ku 18 jê girtî 108 kes tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn a Enqereyê, li salona Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), parêzerên endamên Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Serokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyik, nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî danişînê bûn.

Siyasetmedarên girtî Sebahat Tuncel, Aynur Aşan, Gunay Kubilay, Bulent Parmaksiz, Alî Urkut û Nazmî Gur li salona dadgehê amade bûn, siyasetmedarên li girtîgehên cuda girtî ne bi Pergala Agahdariya Deng û Dîmenê (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.

Selahattîn Demîrtaş sersaxî qebûl kir û spasiya li her kesî kir û got, "Ez parastina xwe diyarî bavê xwe hosta Tahîr ê ku xwendin û nivîsandina wî tunebû û bi keda xwe 7 zarok mezin kir, dikim."

Demîrtaş da zanîn ku li welat û cihanê bandora siyasetê kêm bûye û got ku li aliyê din siyasetmedarên kurd hewl didin hêza veguherîner a siyasetê derxin pêş û got, "Em ê rastiya dîrokê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”

Demîrtaş wiha got:

Di xwezayê de tenê yên xurt dijîn. Ka me çand îcad kiribû, çi li wê hat? Çi bi exlaq, fezîletê; li wan bû? Li gorî çandê yê rast em in. Dewleta ku ez û hûn tê de ne, b darê zorê welatê me dagir kiriye. Ê ku peymana fezîletê xera kiriye dewlet e. Ger li sûcdarekî biger in ew ne em in, em mexsûrê wê ne."

(...) Kesê ku ji bo dîn û baweriyê hev nekujin nemaye. Ji endamên DAIŞ’ê bipirsin ka ew bi rastî li ser Îslamê çi dizanin. An jî em ji girseya lîncê ku daketin kolanan, ji komên ku derketin pêşiya navenda me û torbeyên zer danîne, bipirsin ka çiqas haya wan ji ol û nasnameya wan heye. Haya wan jê tune, ev tenê komên ku zikê xwe têr dikin û hewl didin nifşên xwe bidomînin. Ev Homo sapiens in. Ti eleqeya wan bi çandê re nîne. Heger peymana fezîletê xera bûbe derfeta ji bo jiyana bi hev re namîne û yên ku ew xera kirine jî ne em in.

Me tenê namûs û nasnameya gelê xwe parast û ji bo mafê jiyana mirovahî ku li ser axa xwe  bijîn me parast. Welat yê me ye, axa me ye, ked a me ye. Ma me Enqere dagir kiriye? Ma em hatin li wir ziman, çand û baweriya gelan qedexe kiriye? Ma Tirk li dijî dagirkeriyê derketin? Yewnanî, Bîzansî, Îngilîz hebûn û Tirkan li hemberî vê li ber xwe dan. Dema Kurd li ber xwe didin çima dibin terorîst?”

'WÊ KURD SERÎ NETEWÎNIN'

Demîrtaş bal kişand ser têkiliyên dîrokî yên gelê Kurd û Tirk.

Demîrtaş bal kişand darbeyê û wiha axivî: “Darbeya 80’yî hîn bi dawî nebûye, darbeya 80’î bi hemû sazî û zîhniyeta xwe berdewam dike” 

Demîrtaş ev tişt anî ziman: “Em li berxwe didin, em li girtîgehê li ber xwe didin, li meclîsê li ber xwe didin. Berxwedana li dijî zilmê rewa û mafdar e. Hûn ji bo Xezeyê bi şev û roj banga berxwedanê dikin. Hûn banga xîlafetê dikin, çima ne sûc e, çima dema em daxwaza xweseriyê dikin sûc e!

Tenê rêyeke çareseriya pirsgirêka Kurd  heye: hebûna Kurdan qebûlkirine
Em Kurd serî natewînin. Em amadene bi hev re bijîn, lê em ê heta dawiyê li dijî vê zîhniyetê li ber xwe bidin.”

Danişîn dê sibê saet di 10:00 de bi parastina Demîrtaş berdewam bike.