Pêşhilbijartinên DEM Partiyê di 13-14'ê Çileyê wê pêk bên
Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê di civînê biryar girt ku pêşhilbijartinên ji bo diyarkirina namzetên hilbijartinên herêmî wê di navbera 13-14'ê Çileyê de pêk bên.
Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê di civînê biryar girt ku pêşhilbijartinên ji bo diyarkirina namzetên hilbijartinên herêmî wê di navbera 13-14'ê Çileyê de pêk bên.
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi pêşengiya hevserokan Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan civiya. Di civîna ku nêzî 10 saetan dewam kir de têkildarî hilbijartinên herêmî û lihevkirina bajaran biryarên girîng hatin girtin.
WÊ KÎ/Ê PEYWIRÊ BIGIRIN?
Biryar hat dayîn ku pêşhilbijartin di navbera 13-14'ê Çileyê de li nêzî 50 navendan bên kirin û li ser peywirdarkirina bi sedan rêveberên partiyê nîqaş hatin kirin. Li gorî vê yekê, biryar hat dayîn ku endamên Meclîsa Partiyê, wekîl, endamên Meclisa Jinan, endamên Meclisa Ciwanan, rêveberên navçeyan û nûnerên saziyên sivîl li bajarên ku dê pêşhilbijartinên lê bên kirin,peywirê bigirin û ji bo hilbijartin bi awayekî zelal û baş derbas bibe civîn bên lidarxistin. Her wiha ji bo temamkirina lîsteyên delegeyan ên li bajaran cih bigirin jî xebat bên lezkirin
WÊ TÊKILIYÊN BI LIHEVKIRINA BAJARAN RE BÊN XURTKIRIN
Hat diyarkirin ku xebatên “Lihevkirina Bajar” a DEM partiyê jî tê plankirin ku bajar bi bajar bên zelalkirin. Li gorî vê; Li Hatay, Mêrsîn, Stenbol û Enqereyê dê bi hêzên demokratîk, saziyên sivîl û partiyên siyasî re têkilî bên xurtkirin.