Desthilatdariya AKP-MHP’ê di sala 2023’an de zextên xwe yên li ser rojnamevanên ku weke wan nafikire û rastiyê dişopîne, zêdetir kir. Hevserokê Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê Serdar Altan û ji Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê Dîren Yurtsever, rewşa rojnamevanên Kurd ên sala 2023'an, zextên hikûmetê û bendewariya rojnamevanên Kurd ji sala 2024'an ji ANF'ê re nirxand.
‘EV 30 SAL IN ZEXTÊN LI SER ROJNAMEVANAN DIDOMIN’
Endama MKG'ê Dîren Yûrtsever diyar kir ku sala 2023'an wê ji bo rojnamevanên Kurd ji demên berê ne cudatir be û wiha got: “Ji bo rojnamevanên Kurd li gorî serdemên berê tiştekî pir cuda nebû. Zextên sîstematîk ên li ser çapemeniya Kurd ku zêdeyî 30 sal in berdewam dikin, di vê demê de jî berdewam kirin. Girtin, binçavkirin, doz, lêpirsîn û astengiyên gihandina kanalên medyayê di sala 2023’an de jî berdewam kir. Lê belê cudahiya sala 2023'an li gorî demên berê ew e ku ji sala 2022'an û vir ve Tirkiye ket nava atmosfereke hilbijartinê û bi vê atmosfera hilbijartinê re operasyonên binçavkirinê pêk hatin, gelek hevalên me yên rojnamevan hatin girtin û doz li wan vekirin.”
‘ROJNAMEVANÊN KURD LI DIJÎ ZEXTAN TÊDIKOŞIN’
Yûrtsever diyar kir ku zextên li ser rojnamevanên Kurd, asta demokrasiyê ya li Tirkiyeyê raxist ber çavan û wiha domand: “Li aliyekê zext hebû, lê di heman demê de rojnamevanên ku kevneşopiya çapemeniya azad didomînin jî dizanin ku ji bo eşkerekirina heqîqetê wê bên girtin, binçavkirin û belkî jî bên qetilkirin. Rojnamevanên Kurd di sala 2023’an de li dijî van hemû zext û girtinan li kolanan û qadan bûn. Hem mafê gel ê agahdarkirinê diparêze, hem jî ji bo azadiya hevalên me yên girtî têdikoşiyan. Sala 2023’an hem bû serdemeke zêdebûna zextan û hem jî salek ku li dijî zextan biryardariya rojnamevaniya bi rûmet nîşan da.”
‘HERÎ ZÊDE ÊRÎŞÎ ROJNAMEVANÊN JIN DIKIN’
Yûrtsever anî ziman ku zextên li ser rojnamevanên jin ên Kurd ji rojnamevanên mêr zêdetir in û wiha pêde çû: “Ev yek rastiya polîtîkayên mêtingeriyê yên hikûmetê nîşan dide. Em bi desthilatdariyeke ku ji jinan ditirse re rû bi rû ne. Rojnamevanên jin di tevahiya salê de hewl dan bibin dengê jinên ku li ber xwe didin, çalakî li dar xistin û li dijî vê helwesta hikûmetê nerazîbûn nîşan dan. Em dibînin ku rojnamevanên jin rastî êrîşên fizîkî tên. Ji ber ku jin e jî taciz dikin. Wek mînak nûçegihana JinNewsê Elfazî Toral ji aliyê polîsan ve hem êşkence lê kirin û hem jî tacîz kirin. Ev êrîşa li dijî nasnameya jinê nîşan dide.”
‘ROJNAMEVANÊN KURD WÊ PÊŞENGIYÊ BIKIN’
Yûrtsever diyar kir ku sala 2024’an wê ji bo rojnamevanên Kurd bibe saleke ku hem zext û hem jî lêgerîna heqîqetê wê giran bibe û wiha axivî: “Li pêşiya me hilbijartinên herêmî hene, me tecrûbe kir, di hilbijartinên giştî de li dijî çapemeniya azad operasyonên girseyî pêk hatin. Ji bo çavtirsandinê dibe ku operasyonên wiha dîsa bêne kirin. Haya rojnamevanên Kurd jî ji vê yekê heye. Sala 2024'an wê bibe serdemeke ku em ê hem têkoşîna heqîqetê bi hêztir bimeşînin, hem jî li hemberî êrîşan rojnamevaniyê biparêzin. Yek ji şertên vê yekê jî xurtkirina wê hevgirtinê ye. Di wî warî de dibe ku sala 2024 bibe salek ku rojnamevanên kurd di warê rojnamevaniyê de rêxistina xwe xurtir bikin. Bi awayekî giştî sala 2024’an ji bo rojnamevanên ku di bin şert û mercên Tirkiyeyê de dixebitin, wê bibe sala geşbûn û hevgirtinê. Rojnamevanên Kurd wê karibin pêşengiya vê bikin.” ‘DI SALA 2024’AN DE JÎ ZEXT WÊ BIDOMIN’
Hevserokê Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê Serdar Altan, diyar kir ku hikûmetê ji sedî 90-95’ê çapemeniya Tirk xistiye bin kontrola xwe û rojnamevan nikarin azad bixebitin. Altan anî ziman ku di sala 2023’an de bi dehan rojnamevan hatin binçavkirin û girtin û wiha axivî: “Di sala 2023’an de bi dehan rojnamevan hatin binçavkirin û girtin. Îsal di warê hiqûqî de saleke reş bû. Dema em li daneyên 11 mehên 2023’an dinêrin, em dibînin ku 114 rojnamevan hatine binçavkirin û 33 rojnamevan hatine girtin. Helbet piraniya wan rojnamevanên Kurd in. Dîsa di vê pêvajoyê de der barê 69 rojnamevanan de lêpirsîn hat vekirin, der barê 58 rojnamevanan de jî doz hat vekirin. Ji 37 rojnamevenan re bi giştî 38 sal û 10 11 roj cezayê girtîgehê hat dayîn, rojnamevan 760 caran derketin pêşberî dadger. Li gorî daneyên me yên dawî hêj 57 rojnamevan di girtîgehê de ne. Helbet dema em meha dawî ya salê jî li van daneyan zêde bikin, diyar e ku dê hejmar zêdetir bin. "
‘ROJNAMEVANÊN AZAD BÊDENG NABIN’
Altan diyar kir ku polîtîkayên zextê yên li ser çapemeniyê wê di sala 2024’an de jî bidome û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema em li atmosfera heyî dinêrin, wê di sala 2024’an de jî hewl bê dayîn polîtîkayên bi heman rengî yên li ser çapemeniyê bên meşandin. Ji ber vê yekê jî çi bikin bila bikin, wê nikaribin çapemeniya Kurd û rojnamevanên azad bêdeng bikin û asteng bikin.”