Salvegera damezrandina PYD'ê li Grazê hate pîrozkirin

Salvegera 16'an a damezrandina PYD'ê li bajarê Grazê yê Awûstûryayê hate pîrozkirin.

Hevserokê Civaka Azad a Awûstûryayê Halîs Sever li pîrozbahiyê axivî û salvegera damezrandina PYD'ê pîroz kir. Sever destnîşan kir ku gelê Kurd pêşengî ji şoreşa li Rojava re kiriye.

Sever anî ziman ku divê ew xwedî li vê yekê derkevin û pêwîstî bi yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd heye.

Pîrozbahiyê bi stranan û gerandina govendê dom kir.