Salvegera damezrandina PYD'ê li Swêdê hate pîrozkirin

Salvegera 15'an a damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Gavle yê Swêdê hate pîrozkirin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Rojava û şoreşê, Nûnerê PYD'ê yê Swêdê Şiyar Alî axivî. Alî diyar kir ku sîstema demokratîk û wekhev a li Rojava bi saya fedakariya şehîdan ava bûye û got, "Em ê armancên wan teqez pêk bînin."

Alî işaret bi berxwedana Kobanê kir û got, "Ji bo pirsgirêka Kurd li qada navneteweyî deng vede, Kobanê bû serdemeke diyarker. Ji bo dîplomasiya Kurd jî rewş bi vî rengî ye."

Alî got, hikumeta AKP'ê ku piştî têkbirina DAÎŞ'ê li Reqayê ji hebûna statuya gelê Kurd a li Bakurê Sûriyeyê tirsiya, êrîş bir ser Efrînê û got, "Li wê derê berxwedaneke bêhempa hate nîşandan. Bêguman rewşa Efrînê wê bi vî rengî nemîne. Wê rojekê teqez bê rizgarkirin."

Siyasetmedarê Kurd Xelîl Kobanê jî da xuyakirin ku PYD, YPG/YPJ Û QSD'ê li Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û dewleta Tirk têkoşîneke bi biryardar dimeşînin û bang li hemû Kurdistaniyan û dostên wan kir ku desteka ji bo Rojava zêde bikin.

Dayika bi navê Sadiya piştre axivî û got, "Li ser gelê me yê li Ewropayê zext û zilm nîne. Tiştekî jê bitirse nîne. Ya ku divê em bikin, xwedîderketina li têkoşînê ye."