Salvegera PKK’ê li Edeneyê hate pîrozkirin

Înîsyatîfa gel a Demokratîk ya Edeneyê 40. salvegera damezrandina PKK’ê bi fîşekên hewayî pîroz kirin.

Înîsyatîfa Gel a Demokratîk ya Edeneyê 40. salvegera damezrandina PKK’ê bi fîşekên hewayî pîroz kir.

Li taxên Hurriyet, Gurselpaşa, Denîzlî, Karasû û Gulbahçe yên navçeya Seyhan a Edeneyê ciwan li hev civiyan û daketin kolanan.

Ciwanan bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana PKK’ê’ û fîşekên hewayî salvegera PKK’ê pîroz kirin.

Polîsan bi wesayîtên zirxî dedora taxên ku pîrozbahî lê hate kirin dorpêç kirin.