Sancar: Berpirsiyarê qetlîama Amasrayê rejîma AKP-MHP’ê ye

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar got, "Tişta li Amasrayê qewimî ne qeza ye, komkujî ye. Berpirsiyarê qetlîama Amasrayê ev rejîm e. Kartela ku ji desthilatdariya siyasî, sermaye û burokrasiyê pêk tê, berpirsyarê vê komkujiyê ye.”

Partiya Çep a Keskan bi dirûşmeya "Em li vir in, em ê bi hev re bi ser bikevin" 2’yemîn Kongreya xwe ya awarte li dar xist. Di kongreya ku li Odeya Endezyarên Înşaatê ya Enqereyê (IMO) hat lidarxistin de Hevserokê Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar axivî.

Mîthat Sancar bal kişand ser komkujiya li kana madenê ya li Bartînê û got, “Em gelekî bi kelecan in, lê em nikarin kelecaniya xwe bijîn. Di qirika me de girêkek çêbû. Êş û xemgîniya mirovên me yên kedkar ên ku me winda kirine dide ser her tiştî. Em xemgîn in, lê em bi hêrs in jî. Ev hêrs wê vî welatî biguherîne û bibe çavkaniya herî mezin a hêzê. Tişta li Amasra qewimî ne qeza ye, qetlîamek e. Tu carî weke qeder wê neyê dîtin. Kuştinên karkeran ne qeder e, feqîrî ne qeder e, gendelî ne qeder e, talankirina xwezayê, polîtîkayên şer ne qeder e. Ev stûnên bingehîn ên sîstemekê ne, rehên bingehîn in. Ew sîstem rejîma talanî, derew û xwînê ye ku faşîzma AKP-MHP’ê hewl dide ava bike. Berpirsiyarê qetlîama Amasrayê ev rejîm e. Kartela ku ji desthilatdariya siyasî, sermaye û burokrasiyê pêk tê, berpirsyarê vê komkujiyê ye."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar bal kişand ser van mijaran jî: “Weke min berê jî got, ev sîstem sîstemeke kartelê ya temam e, rejîma îstîsmar, talan û derewan e, di vê sîstemê de nan biha û ked erzan e. Di vê pergalê de jiyan û debara xwe biha ye, can erzan e. Di vê pergalê de têkoşîna heqîqetê buha ye, heqaret li gel erzan e. Di vê sîstemê de têkoşîna rûmetê biha ye, li her derê êrîş dike, gendelî erzan e. Li dijî têkoşîna heqîqetê derew erzan e, qêrîna şer erzan e, têkoşîna aştiyê biha ye. Ji bo ku em vê sîstemê serûbin bikin hatin vir. Armanca kombûna me, ew e ku em van rastiyan hemûyan berevajî bikin. Wê rûmet hebe, jiyana ekolojîk hebe. Ev kongre civîneke pir hêja ye ku nîşan dide, her ku diçe meşa me ber bi vê armancê ve nêz dibe. Bi xemgînî, hêvî û heyecan we silav dikim.”

Ev sîstem di îstîsmar, talan û şer de ti sînoran nas nake. Em ê jî di têkoşînê de sînoran nas nekin. Pêdiviya vî welatî bi alternatîfên rast û hêviyek rast heye. Çavkaniya vê hêviyê di mezinkirina têkoşînê de ye. Pêwîstî bi îradeyeke xurt û têkoşîneke bi biryar ku hemû aliyan bîne cem hev heye. Em li ser wê rêyê dimeşin, em mezin dibin û bi hêz dibin. Gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê yên Amasrayê jî bi awayekî zelal ruh û armanca vê pergalê radixe ber çavan. Ne rêzgirtina ji jiyana mirovan re, ne ji kedê re heye. Polîtîkayên talan, îstîsmar, şer hene. Êdî bese.

Weke hevrêyekî ku kevneşopiya têkoşînê ya Partiya Çep a Kesk ji nêz ve nas dikim, bi dîtina pêşketina têkoşîna wan a heta niha gelekî serbilind û kêfxweş im. Bi vê kongreyê re peyameke dîrokî didin. 

Tiştek ne tesadufî ye. Tu biryara mirin û şer a karkeran ne tesaduf e. Ev biryar bi dehan sal in ji bo ku rejîm ser piyan bimîne bi awayek plankirî hatiye hilbijartin. Îradeya me ya rawestandina van polîtîkayan û guhertina vê pergalê heye. Barê me ji her demê girantir e. Berpirsiyariya me ji her demê girantir e. Dibe ku bihêzbûn me kelecanî bike, lê ya girîngtir ji bo li vî welatî komara demokratîk ava bibe, divê bi coş û hêviya ciwanan li her qadê jiyaneke wekhev û azad ava bibe. Yekane hêza ku dikare vê ser bixe, meşa gelên bindest ê ber bi azadiyê ve ye. Em niha xurtir dibin. Em hêviya rastîn mezin dikin. Em ne mehkûmê rejîma heyî ya talan û derewan in.

Riya Sêyemîn heye. Li ser nirxê kedê jiyaneke aborî ye. Avakirina welatekî ku em hemû bi rûmet û azad bijîn e. Vebijêrkek rastîn e. Em bi hev re ava bikin, em ê bi hev re berfireh bibin. Em li vir li dijî her cure propagandayên qirêj in. Em ê teqez bi ser bikevin. Em ê bi hev re bi ser bikevin, em ê biguherin. Bi avakirina yekîtiya herî xurt em ê navnîşana gelan li hemû welat belav bikin. Em bi hêvî ne, em li vir in."