Sancar: Bi êrîşa li ser rojnamevanên Kurd dixwazin civakê bêdeng bikin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rojnamevanên Kurd da û got, "Parçeyek ji plana bêdengkriina civakê ye."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li civîna Koma Meclîsê ya partiya xwe rojev nirxand.

Sancar bal kişand ser pêla destgîrkirinê ya li dijî rojnamevanan ku vê sibehê gelek hatin destgîrkirin û got, "Êrîş li ser rojnamevanan e. Kedkarên çapemeniya azad, xebatkarên Ajansa Mezopotamyayê, Ajansa Jinê JINNEWS'ê li Enqere, Stenbol, Wan, Amed, Riha û Mêrdînê di serdegirtinan de hatin destgîrkirin. Di serdegirtinê de berê çekê dan rojnamevanan, ji pişt ve bi kelepçe kirin, avêtin erdê û kiryarên bi vî rengî kirin. Ev operasyon tesadûfî nîne ku heman piştî qanûna sansurê hate kirin. Parçeyek ji hewldana bêdengkirina civakê û çapemeniya muxalîf e. Êrîşek li ser azadiya gel a ji bo agahî wergirtinê ye.

Me got ku her nêzîkbûna hilbijartinê re wê desthilatdarî ji bo bêdengkirina civakê û tepisandina muxalîfan van operasyonan dewam bike. Em bi vê zanin. Me her tim got ku wê li hemberî rastiyê nikaribin bi ser bikevin. Em careke din dibêjin; ev desthilatdarî darbekar e, darbeyê li siyasetê, li çapemeniyê, li kedkaran, li her kesê ku mafê xwe dixwaze, dike. Gelo ji vê girantir mejiyekî darbekar heye? Lê belê ti rêveberî û mejiyê darbekar bi ser neketiye. Tenê berdêlên giran bi civakê dane kirin, xisareke mezin dane welêt û çûne. Dawiya vê desthilatdariyê jî wê bi heman rengî be. Em ji bo xwe weke berpirsyariyê dibînin ku pêşî li zerar û xisarên wan ên li vî welatî bigirin. Em rêwiyên wê rêyê ne ku bi mezinkirina têkoşîna hevpar paşerojê ji tarîtiyê rizgar bikin û ronî bikin. Em bi hev re di vê rêyê de dimeşin. Yên ku di vê rêyê de bi hev re dimeşin wê zêde bibin, bi zêdebûnê re jî wê serketinê misoger bikin."