ATK’ê rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ da Tûglûk
Saziya Tiba Edlî têkildarê girtiya nexweşa demansê Aysel Tûglûk, rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da.
Saziya Tiba Edlî têkildarê girtiya nexweşa demansê Aysel Tûglûk, rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da.
Saziya Tiba Edlî ji bo nexweşa demansê Aysel Tûglûk a ku li girtîgeha Tîpa F a Hejmar a Kocaeliyê tê ragirtin de, rapora “nikare di girtîgehê de bimîne“ da.
Di daxuyaniya ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku Wezareta Edaletê rapor piştrast kiriye.
Hat zanîn ku wê parêzer bi rapora Saziya Tiba Edlî re ji bo berdan Aysel Tûglûk serî li dozgeriyê bidin.
Hat diyarkirin ku malbat û parêzer ber bi Girtîgeha Kandirayê ya ku Tûglûk lê tê dîlgirtin, ve bi rê ketine.