Sentas: Civaka navneteweyî divê bikeve nava liv û tevgerê

Hîndekara Fakulteya Edalet û Hiqûqê ya UNSW Sydneyê Dr. Vîckî Sentas, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bang li civaka navneteweyî kir ku bikeve nava liv û tevgerê.

Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ku li 74 deverên cuda yên cîhanê heman rojê destpê kir, mezin dibe. Ji UNSW Sydneyê Dr. Vîckî Sentas jî bi peyamekê diyar kir ku hiştina PKK'ê di nava 'lîsteya rêxistinên terorê' de li pêşiya çareseriyê asteng e û destnîşan kir ku ji bo pêşî li vê yekê bê girtin divê civaka navneteweyî bikeve nava liv û tevgerê.

Peymana Hîndekara Fakulteya Edalet û Hiqûqê ya UNSW Sydneyê Dr. Vîckî Sentas bi vî rengî ye:

"9'ê Cotmehê salvegera 25'an a revandina lîderê naskirî yê tevgera Kurd Abdullah Ocalan û girtina wî ye. Ev çalakiya teslîmkirinê ya navneteweyî ku li dijî hiqûqê ye, ji bo gelê Kurd bi encamên xwe yên metirsîdar dewam dike. Di gelek çalakiyên şermezarkirinê de ku di asta navneteweyî de hatin lidarxistin, nîşan dan ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriya şerê çekdarî yê ku bi dehan sal in dewam dike çiqasî girîng e. Birêz Ocalan zêdeyî 25 sal in di nava şert û mercên tecrîdê yên awarte de ku giran û dûrî hiqûqê ye tê hiştin. Abdullah Ocalan sê salên dawî bi temamî tecrîdkirî ye û qedexe ye ku têkiliyê bi parêzerên xwe û cîhana derve re dîne. Ev yek binpêkirina hiqûqa Tirk û hiqûqa navneteweyî ye. Ev binpêkirin xwe dubare dikin û tevî ku ji aliyê Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî tê destnîşankirin, tiştek nayê kirin.

Ez jî tevlî wê bangê dibim ku divê destûr bê dayin ji bo Birêz Ocalan karibe parêzer û malbata xwe bibîne. Dawiya dawî jî ji bo çareseriya meseleya Kurd a bi dehan sal in li Tirkiyeyê dewam dike û peydakirina çareseriyeke siyasî demokratîk, di nava şert û mercên ku karibe bi rola xwe rabe, bê berdan. Dîrok ji me re nîşan dide ku çareseriya şer tenê bi tevlîbûneke rasteqîn a hemû aliyan dikare pêk were. Birêz Ocalan di destpêkirina pêvajoyên aştiyê yên beriya niha de bi roleke girîng rabû. Dewamkirina girtina wî li pêşiya derfeteke nû ya pêvajoya aştiyê astengiya pêşber e.

Nivîsên li girtîgehê yên Abdullah Ocalan di bingeha îdîayên siyasî yên Kurdan de ye; Kurd li derveyî avakirina dewleteke cuda danî ser rêyeke ji bo afirandina demokrasiyê. Fikrên konfederalîzma demokratîk ên Birêz Ocalan ji başûrrojhilatê Tirkiyeyê heta bi Rojava ya li Sûriyeyê li Kurdistanê rêxistiniya alîgiriya hawirdorê û nifşê nû yê femînîst teşwîq kir. Ev fikrên ku Birêz Ocalan piştgiriya wê dike, piştî ku Kurd û PKK di têkbirina DAÎŞ'ê de bi roleke krîtîk rabûn, li herêmê demeke dirêj e dewam dike.

Kiryarên li dijî Abdullah Ocalan tevî binpêkirina mafên mirovan her wiha înfaza bêdaraz, êşkence û windahî û binpêkirina mafên mirovan ên li dijî gelê Kurd ê li Tirkiyeyê ye. Bi hezaran Kurdên ji rêzê ji ber axaftina xwe, çalakiya xwe yan jî vegotina nasnameya xwe ya siyasî bi terorîzmê têne sûcdarkirin. Ev yek ji ber hiştina navê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li nava lîsteya 'rêxistinên terorê' pêk tê. Ev yek li pêşiya çareserkirina şer jî astengî ye. Jİ bo rawestandina vê yekê divê civaka navneteweyî bikeve nava liv û tevgerê."