Serdana mal û esnafan ên namzetên HDP’ê didomin

Namzetên HDP’ê li Amedê serdana Komeleyên Medya ya xwe cihî kir, namzetan li Êlih û Cizîr, Qers, Edene, Mêrsîn, Hatay û Anatalyayê jî ji bo mîtinaga HDP’ê ya belavok belavkirin.

Xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê bê navber dom dikin.Namzetan li Amed, Şirnex û Êlihê serdanên gel kirin û belavok belavkirin.

ÊLIH

Namzetên HDP’ê yên parlemeteriyê Feleknas Uca, Necdet Îpekyuz, Mehemt Ruştû Tiryakî Şukrû Baytar û hevserokên HDP’ê yên navçe û bajar, dîsa Dayikên Aştiyê û endamên TJA’yê bi awayekî girseyî li bajar belavok belav dikin.

AMED

Namzetên HDP’ê yên parlemeteriyê yên Amedê Remziye Tosûn, Semra Guzel, Abdurrehman Dûrmûş Selçûk Mizrakli serdana saziyên li bajar kirin. Remziye Tosûn a di nava heyetê de serdana Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiye (TGS) û Komeleya Medya Xwecihî ya Amedê kir axivî û bal kişand ser bûyerên li Sûrê rû dayîn.

ŞIRNEX

Namzetên HDP’ê yên li Şirnex Nûran Îmîr, Serdar Kunî û Rêxistina HDP’ ê ya navçeya Cizîrê ji bo mîtîna ku wê 16’ê Mehê li navçeya Cizîr a Şirnexê di saet 15: heta 18:00’an dom bike serdana esnafên navenda sûkê kir û belavok belavkirin. HDP’yiyên ku li ser rêya Orhatn Dogan belavok belavkirin û şûnde li Girostana Asrî ya Cizîrê serdana malbatan kirin.

QERS

Namzetên HDP’ê yên Qersê li navçeya Selîm Arzû Moco ji aliyê jinan ve bi coş hate pêşwazîkirin. Li aliyê din Ayhan Bîlgen û namzetên dinê jî li nava tax û gundan xebat bi rê ve bibin, li navçeya Qamûşan tevlî xwarina fitarê bûn.

EDENE

Namzet Tulay Hatîmoglûllari serdana gel û esnafmên li taxên Îsmaîliye, Kayşli, Dîkî Dervîler, Salmanbeyî, Karayûsûflû û Madik ên girêdayî navçeya Yuregir û Seyhanê kirin û daxwaza dengan ji bo namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş û HDP’ê kirin.

MÊRSÎN

Namzetên serdana esnaf û gundan kirin cejna Remezanê li gel pîroz kirin. Namzet Mehmet Aliş û Şerîf Durmaz û heyeta HDP’yiyan ên li gel li serdana gundê Atgirmez a navçeya Tarsûs a Mêrsînê kir û cejana gel pîroz kirin. Ji namzetan Fatmagul Demeîrtag bi jinên li taxa Demîrtaş re civiya û têkildarî hilbiajatinê civîn çêkir.

HATAY

Xebatên hilbijartinê yên li Hatayê jî bê navber dom dike. Ji namzetan Bairş Atay û Hulya Kavûk li gel heyeta bi wan re serdana Koparatîfa Wesayîtên bi Motor û Komeleya Narliyê kirin. Dîsa namzet Kerem Nalbant û nûnerên rêxistina navçeyê serdana esnafên li qadê û rursel ên girêdayî navçeya Îskenderûnê kirin.

ANTALYA

Ji namzetên HDP’ê yên li Entalya Kemal Bûlbûl, serdana Odeya Sûka Semta Antalya kir û guh da pirsgirêkên esnafan.