Serlêdana hevdîtinê ya bi Ocalan re cara 760’an jî hate redkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bi wî re bikin cara 760’ê ye ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin. Serdozgeriyê bi heman hincetên berê ev daxwaz jî red kir.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Îbrahîm Bîlmez û Raziye Tûrgût bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin, cara 760’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Daxwaza parêzeran jî bi hincet ‘Sînordarkirina mafê di derbarê hikûmxwariyan de’ ku li gorî Qanûna Derbarê Înfaz û Tedbîrên Ewlekarî û Ceza ya hejmara 5275’an hate redkirin.

Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran a bi Ocalan re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û ve ev bû cara 760’an bi hincetên ‘Rewşa hewayê’, ‘Keştî xirabeye’ Rewşa Awarte’ tê astengkirin.