Serokê Giştî yê CHP'ê Ozel serdana DEM Partiyê kir

Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel serdana hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari kir.

Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel ji bo hevdîtinê bi hevserokên giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan re hevdîtinê bike serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê kir. Alîkarên serokê giştî yê CHP'ê Gul Çîftçî û Gokhan Zeybek, her wiha Sekretera Giştî ya CHP'ê Selîn Sayek Boke jî li gel Ozel bûn.

Heyeta CHP'ê ji aliyê Mehmet Ruştu Tîryakî û Ozlem Gunduz ve hate pêşwazîkirin.

Serdan li ser daxwaza CHP'ê hate kirin û tê payin ku hilbijartinên herêmî bê nirxandin.

Tê payin ku piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê ya hevpar bê lidarxistin.