Serokê ITC’ê li Enqereyê bi Hakan Fîdan re civiya, mijar Kerkûk e

Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan, li Enqereyê bi serokê Eniya Tirkmenan ê Iraqê re civiya.

Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan, li Enqereyê bi serokê Eniya Tirkmenan ê Iraqê, Hesen Turan re civiya. Derbarê mijarê de Eniya Tirkmen a Iraqê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Hakan Fîdan û Hesen Turan li Enqereyê civiyane, di civînê de peywendiyên du alî û ji bo alîkarî û bi destxistina berjewendiyên hevbeş, guftugo hatine kirin.

Hêjayî gotinê ye dewleta Tirk a dagirker bi rêya Eniya Tirkmenan a Iraqê û hevpeymanên xwe yên li herêm û Iraqê, dixwaze bigihi armancên xwe. Li gorî tê gotin, armanca civîna her du aliyan, planên ji bo piştî hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê ye.

Hêjayî gotinê ye Eniya Tirkmen heya niha jî biryar nedaye bi kîjan hizb û aliyan re, ji bo walitiya Kerkûkê re li hev bike. Tê payîn piştî vê serdanê jî, helwesta Eniya Tirkmen a ji bo encûmen û walitiya Kerkûkê diyar bibe.

Di 16’ê (Kanuna 2023) de dengdana taybet û di 18’ê de jî li Iraqê dengdana giştî ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê pêk hat.

Li gorî encamên dawî yên komîsyonê, Kurdan li parêzgeha Kerkûkê 7 kursî bi dest xistine (YNK’ê 5 kursî û PDK’ê jî 2 kursî). Her wiha hate diyarkirin ku pêkhateya Ereb 6 kursî bidest xistine û pêkhateya Tirkmen jî 2 kursî bidest xistine û Mesîhiyan jî bi kota kursiyek bidest xistiye.