Serokê şaxa ÎHD’ê ya Dêrsimê Solmaz hate destgîrkirin

Serokê şaxa ÎHD’ê ya Dêrsimê Gurbuz Solmaz hate destgîrkirin.

Li Dêrsimê terora destgîrkirinê ya li ser HDP û rêxistinên sivîl ên civakî didome. Roja Yekşemê Hevserokên HDP’ê Hidir Çîçek û Ozlem Toprak, rêveberên partiyê Yûnûs Aras, Cemîle Ataş, Erdal Ekîcî, Nûrgul Yalay û hevseroka berê ya HDP’ê Ozge Hoşoglû hatibûn destgîrkirin.

Îro jî Serokê şaxa ÎHD’ê a Dêrsimê Solmaz hate destgîrkirin.

HDP’yiyên ku roja Yekşemê hatibûn destgîrkirin, dest bi stendina îfadeyên wan hate kirin.