Sicîla midûrên şirketa kana komirê ne paqij e
Derket holê ku ne bi tenê sicîlê Midûrê Giştî yê Şirketa Kana Komirê ya Amasra ya Bartinê ya TTK’ê Kazim Eroglû, lê ya alîkarê midûrê giştî Îsmaîl Guner jî ne paqij e.
Derket holê ku ne bi tenê sicîlê Midûrê Giştî yê Şirketa Kana Komirê ya Amasra ya Bartinê ya TTK’ê Kazim Eroglû, lê ya alîkarê midûrê giştî Îsmaîl Guner jî ne paqij e.
Derket holê ku sicîla Alîkarê Midûrê Giştî yê Şirketa Kana Komirê ya Amasra ya Bartinê ya TTK’ê Îsmaîl Guner ne paqij e, Guner dema midûrê giştî yê Şirketa Karadon a Zongûldakê ya TTK’ê bûye ku sala 2010’an 30 karkeran di qezayeke wek qetlîam de jiyana xwe ji dest da.
Guner, 17’ê Gulana sala 2010’an ku 30 karkerên kanê hatin qetilkirin, midûrê giştî yê Şirketa Karadon a Zongûldakê bûye, 6 sal 4 meh ceza girtiye, du sal bi şûn de bûye alîkarê midûrê giştî yê Şirketa Amasra ya TTK’ê û piştî karesata li kanê teqawid bûye.