Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan cejna Batizmiyê li gelên Rojhilata Navîn pîroz kir
Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan a Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî cejna Batizmiyê li hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.
Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan a Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî cejna Batizmiyê li hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.
Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan a Bakurê Kurdistanê têkildarî Cejna Batizmiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Cejna Batizmiyê û hemû cejnên derbasbûyî li gelê Kurdistanê û bi taybet li civaka Êzidî, li gelên Rojhilata Navîn, li tevahiya mirovahiyê û li Rêber Apo pîroz be.
Wek tê zanîn, rojên cejnan di nav hemû bawerî û gelan de xwedî cihekî watedar in. Girîngî û wateya van rojên pîroz, bi taybet ji bo Gelê Êzdi hê bêhtir e. Ji ber ku bawerî û çanda Êzdiyatiyê di her milî de di bin xeteriyeke mezin de ye. Lewma, divê civaka Êzidî û bi taybetî Êzidiyên derveyî welat, bawerî û çanda xwe biparêzin û li nirxê xwe xwedî derkevin.
Rewṣa Ṣengalê û encamê kareseta mezin li ber çavan e. Ṣengal hê jî bi giştî rizgar ne bûye. Bi deh hezaran Êzidî li welatê xwe penaber in û di nav xizaniyê de dijîn. Ji bo li welatekî azad û di nav aramiyê de em bikaribin cejna xwe pîroz bikin û çanda xwe biparêzin, divê em têkoşîna xwe li hemû qadên jiyanê bilindtir bikin.
Li tevahiya Kurdistanê û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke bê hempa berdewam dike. Di heman demê de dewleta Tirk, ji bo berxwedana gelê Kurdistanê bişikîne, hemû rêbazê dijî mirovahiyê bikar tîne.
Em wek Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan a Bakurê Kurdistanê, van kiryarên dewleta Tirk bi tundî ṣermezar dikin. Her wiha, em tekoşîna gelê xwe bi rêzdarî silav dikin û di bin her ṣert û mercan de, tevî hemû derfetên xwe, em piṣtgiriyê didin berxwedana gelê xwe.
Divê baṣ bê zanîn, azadiya Kurdistanê azadiya Êzidxanê ye û azadiya Rêber Apo azadiya civaka Êzidiyan e. Lewma, ji bo rizgarkirin û avakirina Ṣengalê çi pêwîst be, divê em bikin û ji bo azadî û rûmeta xwe em hemû derfetên xwe bikar bînin.
Em bang li hemû Êzidî, bawermend û welatparêzan dikin, pêwîste em rojên cejnan bikin rojên aştiyê, lihevhatinê, rojên rêxistinî û tevgera civaka Kurdên Êzidî li her deverê xurttir bikin.
Her çiqas di nav xemginiyêdebe jî, em hêvîdar in ku civaka me roja cejnê wek rojeke berxwedanê bibîne û deverê cejin lê têne pîrozkirin, bi girseyî tevlîbûn çêbibe.
Her wiha em vê cejnê li hemû cangoriyên Kurdistanê û Êzidxanê û li hemû canfedayê li çiyayên Ṣengalê û li tevahiya Kurdistanê li ber xwe didin pîroz dikin.
Em hêvîdarin ev cejn bibe wesîleya aramî, aştî û azadiya hemû gelan.
Li ser vî esasî em cardin Cejna Batizmiyê li tevayî civaka Êzidî û li tevahiya gelê Kurdistanê pîroz dikin.”