Suryanî li Malbata Dîrîl dipirsin ku dewleta Tirk ew 'winda' kirin

Nûnerên Rêxistinên Suryanî yên li Ewropayê xwestin, bûyera bi serê Hûrmûz û Şîmonî Dîrîl hatiye ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine 'windakirin' ji raya giştî re bê eşkerekirin. Nûneran gotin, "Dewleta Tirk dixwaze Suryaniyên li Botanê bi temamî tune bike.

Rêxistinên Asûrî-Suryanî diyar kirin ku bûyera bi serê Malbata Dîrîl a li Botanê hat, nîşan dide ku qirkirina di sala 1914'an de dest pê kir hîn jî didome û destnîşan kirin ku divê dewleta Tirk hesabê dîroka xwe ya qirker bide û têkildarî Malbata Dîrîl daxuyaniyekê bide.

Nûnerê Ewropayê yê Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê Yaşar Kuçukaslan û Nûnerê Yekîtiya Suryaniyan a Ewropayê Metîn Rhawî têkildarî polîtîkaya dewleta Tirk a li dijî Asûrî-Suryaniyan û Malbata Dîrîl ji ANF'ê re axivî.

Hûrmûz û Şîmonî Dîrîl ku hevserê hev in û li gundê Mehre yê navçeya Elkê ya Şirnexê diman, di 11'ê Çileyê de hatin windakirin û cenazeyê Şîmonî piştî 69 rojî li qiraxa çemekî hatibû dîtin.

Yaşar Kuçukaslan diyar kir ku bûyera bi ser Malbata Dîrîl hatiye dewama zîhniyeta qirker a 1914'an e û bi bîr xist ku berê jî li herêmê li dijî Asûrî-Suryanî-Keldaniyan bûyerên kuştina bêdaraz hatibûn kirin.

'JI BER KU XAKA XWE NETERIKAND BÛN HEDEFA DEWLETÊ'

Kuçukaslan her wiha bi bîr xist ku Malbata Dîrîl malbateke welatparêz e, di salên 1990'î de du zarokên wan hatin windaikrin û got, "Hîn jî aqûbeta zarokên wan nayê zanîn. Li gel zext û zora giran jî xaka xwe, gundê xwe neterikand. Dest ji xaka Asûrî-Suryaniyan a 7 û 8 hezar salî bernedan. Ji ber vê yekê bûn hedefa dewletê."

Kuçukaslan ragihand, dewleta Tirk di nava 40 salên dawî de bi êrişên xwe yên qirker ên li dijî gelê Kurd her wiha gelê qedîm ê herêmê Suryaniyan jî dike hedef û got, "Dema ku hevserên Dîrîl hatin windakirin, nokerên dewletê yên li herêmê rabûn Tevgera Azadiyê ya Kurd sûcdar kirin. Hewl dan du gelên birayên hev li ber hev rakin. Lê belê gelê me neket xefika provokasyonê, zane ku li pişt vê bûyerê kîjan hêz heye."

'DI ŞEXSÊ ŞÎMONÎ DE KOMKUJÎ LI JINÊN SURYANÎ HATE KIRIN'

Kuçukaslan destnîşan kir ku di şexsê Şîmonî de dewleta Tirk komkujî li jinên Suryanî kiriye û got, "Dewletê ev komkujî bi zanebîn bi çeteyê xwe da kirin. Cerdevan û hîzbî-kontra di nava vê de ne. Yên ku komkujî kirine hêzên ser bi dewletê ve ne. Dewlet van hêzan hem li dijî gelê Kurd, hem li dijî HDP'ê hem jî li dijî Asûrî-Suryanî-Keldaniyan bi kar tîne. Eşkere ye ku çima Botan kirin hedef. Botan herêmeke ku xaka gelê me ye. Li wir patrîkekek li cîhanê navdar heye. Eger li wir malbatên Suryanî hebin hingî şaristanî heye. Dewlet vê şaristaniyê û çandê qebûl nake û dixwaze tune bike."

Kuçukaslan got, "Xwedîderketina li Malbata Dîrîl xwedîderketina li nasname û şaristaniya Suryaniyan e" û bang li Suryaniyan hemûyan kir.

'DEWLET DIXWAZE SURYANIYAN BI TEMAMÎ JI BOTANÊ TUNE BIKIN'

Kuçukaslan diyar kir ku bi tunekirina Malbata Dîrîl re dewleta Tirk dixwaze Asûrî-Suryaniyan ji Botanê bi temamî rake û got, "Piştî 69 rojî cesedê Şîmonî hate dîtin, lê belê agahî ji Hûrmûz nîne. Em ê şopdarê vê yekê bin. Gelê Kurd, raya giştî ya demokratîk, hêzên demokratîk ên li Ewropayê divê şopdarê vê bûyerê bin û timî bixin rojevê."

Kuçukaslan ragihand ku haya gelê Suryanî ji rastiyê heye, zane ku dewleta Tirk û sîxurên wê hewl didin bixin stuyê Tevgera Azadiyê ya Kurd û got, "Dewleta Tirk ti carî nebû dostê gelê me. Dewleta ku gelê me qir kir hîn jî vê qirkirinê bi şêweyê cuda didomîne. Êrişên li ser HDP'ê jî dewama vê yekê ye. Ji ber vê yekê divê gelê me li her devera lê ye li qadan nerazîbûna xwe li dijî vê dewletê nîşan bide."

'DIVÊ GELÊ ME HELWESTEKE XURT NÎŞAN BIDE'

Kuçukaslan bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê jî û got, "Em êrişên dewleta Tirk ên li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd weke êrişek li dijî gelê xwe dibînin. Em bang li Asûrî-Suryanî-Keldaniyên li Ewropayê dikin ku helwesteke çalak li dijî dewleta Tirk nîşan bidin."

Nûnerê Yekîtiya Suryaniyan a li Ewropayê Metîn Rhawî jî ragihand ku divê bê lêgerîna li li hevserên Dîrîl çima gelekî dereng dest pê kir û got, "Ev hemû pirsên li ser statuya me ya li Tirkiyeyê dixe rojevê. Kurê malbatê Remzî Dîrîl keşîşê dêra li Stenbolê ye. Eger li şûna malbata keşîşekî malbata meleyekî ji holê hatibûya rakirin, gelo wê helwesta dewletê bi vî rengî bûya?"

'DEWLET HEWL DIDE SÛC BIXE STUYÊ HINEKAN'

Rhawî nerazîbûn nîşanî hewldana dewleta Tirk da ku bêyî delîlan dixwaze sûc bixe stuyê PKK'ê û got, "Dewlet li şûna ku bi berpirsyariya xwe rabe hewl dide sûc bixe stuyê hinekan û xwe paqij nîşan bide. Ev yek cihê fikaran e."

Rhawî diyar kir ku wê bi rêya parlamenteran mijarê bixin rojeva Parlamenta Swêdê û bûyerê bişopînin.