Swêd: Êrîşên Tirkiyeyê gefeke mezin li herêmê dixwe
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefeke mezin e ku li ewlekariya tevahiya herêmê dixwe.
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefeke mezin e ku li ewlekariya tevahiya herêmê dixwe.
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde bi wesîleya 2'ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê ji bo çalakiya li paytexta Swêd Stockholmê peyameke piştevaniyê şand.
Lînde di peyama xwe de diyar kir, ku heman piştî destpêkirina êrîşên dagirkeriyê wan bi rayedarên Tirk re yekser têkilî danîne û bi daxuyaniya xwe xwestine ku Tirkiye êrîşên xwe rawestîne û leşkerên xwe vekişîne.
Lînde destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye û gefeke mezin li aramiya herêmê dixwe.
Lînde ragihand ku wê Swêd piştgiriyê bide pêvajoyeke bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo pêkhatina pêvajoyeke aştiyeke mayinde li Sûriyeyê.