Tahir Demîrtaş jiyana xwe ji dest da

Bavê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û siyasetmedar Nûrettîn Demîrtaş, Tahir Demîrtaş jiyana xwe ji dest da.

Bavê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê tê ragirtin, Tahir Demîrtaş wefat kir. Tahir Demîrtaş îro di danê sibehê de li Amedê jiyana xwe ji dest da û hêj nehatiye diyarkirin bê ka dê kengî were definkirin.

Tahir Demîrtaş, beriya hilbijartinên giştî yên gulanê krîza dil derbas kiribû. Dema tedawiya wî didomiya, Wezareta Dadê bi jetekê taybet Selahattîn Demîrtaş anîbû Amedê û Demîrtaş serdana bavê xwe kiribû. Demîrtaş, piştî serdanê dîsa bi jeta taybet biribûn Girtîgeha Edîrneyê.