Tahmaz: Bi çareserkirina doza Kurdan aştî dikare pêk were

Avakar û serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji ANF’ê re axivî. Tahmaz diyar kir ji bo ku pêşiya aştî û mafê mirovan ên bingehîn were vekirin divê doza Kurdan were çareserkirin.

Tahmaz diyar kir ku bi qedandina pêvajoya ‘çareseriyê’ re hemû maf û azadiyên bingehîn hatine binpêkirin û bal kişand ser vî tiştî ku li hemberî kesên ku şer dixwazin divê aştî were parastin. Tahmaz qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku ev tecrîd tê wateya tecrîda li ser çareseriyê.

Avakar û serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz diyar kir ku 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di rewşeke xerab de tê pîrozkirin û diyar kir ku di warê mafê mirovan de roj bi roj paşketinek heye. Tahmaz bal kişand ser vî tiştî, ji ber ku desthilatdarî konsepta şer dide ferzkirin ji sala 2016’an û vir ve di warê siyasî, civakî û çandî de şikestineke mezin pêk hatiye.

TEHAMULÎ DAYÎKÊN ŞEMIYÊ NAYÊ KIRIN

Tahmaz diyar kir ku aştî tê wateya parastina mafê jiyanê yê di şertên wekhev de û got “Di van şertan de yên ku mafê jiyanê yê mirovan ji holê tê rakirin, jixwe garantiya tu mafên din tune. Ev welat hatiye rewşeke wisa ku, çalakiya rewa ya Dayîkên Şemiyê ya ji bo diyarkirina aqûbeta xizmên wan ên ku hatine windakirin jî, ji aliyê desthilatdariyê ve hate qedexekirin. Dewlet bi vê qedexeyê dixwaze ser kuştinên failên wan ne diyar ên demên berê bigire. Dewlet hatiye rewşeke wisa ku nikare tehamûlî çalakiya Dayikên Şemiyê jî bike.”

Tahmaz bi bîr xist ku li ser medyaya civakî kesên ku li dijî mudaxeleya Tirkiyeyê ya Efrînê derketin jî hatine girtin û çi kesên ku desthilatdariyê rexne dikin jî bi hinceta ‘terorîst’ yên girtin.

ASTENGKIRINA STATUYA KURDAN TÊ WATEYA XWE KU XWE ZINCÎR BIKIN

Tahmaz diyar kir ji bo ku pêşiya aştî û mafê mirovan ên bingehîn were vekirin divê doza Kurdan were çareserkirin. Tahmaz bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk bi astengkirina statuya Kurdan, tê wateya ku xwe bi qeyd û zincîran bixe û got, “Bi astengkirina statuya Kurdan a li Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê dewlet nagihêje tu derê. Gelo çima Tirkiye mudaxeleyî xwerêveberina Kurdan a li Sûriyeyê dike? Di operasyonên li Idlibê jî Tirkiye şertê wê ew e ku statuya Kurdan were astengkirin. Li hemberî çi tiştî vî şertê dide pêş?”

TECRÎDA LI SER OCALAN, TECRÎDA LI SER ÇARESERIYÊ YE!

Tahmaz qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir û got ku, “Tecrîda li ser Ocalan tê wateya tecrîdkirina çareseriyê. Ev tecrîd tu eleqeya xwe bi nirxên mirovî tune. Ocalan di warê çareseriya doza Kurdan û aştiyê de aktorekî mezin e. Dewlet çi dema ku pêvajoya bi şer dixwaze gava wê ya pêşîn tecrîda li ser Ocalan e. Di pêvajoya Osloyê de jî ev wisa bû û îro jî wisa bû. Ji ber ku Ocalan dikare hemû şeran bide sekinandin. Mifteya pêvajoya çareseriyê di destê Ocalan de ye. Dewlet bi tecrîda li ser Ocalan re dixwaze qeyd û zincîran li lingên xwe bixe. Tekane rêya rizgariyê ev e ku divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin.”

Tahmaz bêdengiya welatên Ewrûpayê ya li hemberî tecrîdê jî rexne kir û diyar kir ku ev bêdengî ne li gorî krîterên mafên mirovan ên Ewrûpayê ne. Tahmaz diyar kir ku li hemberî kesên ku şer dixwazin, roj roja parastina aştiyê ye.