Taşdemîr: Li girtîgehan êşkence tê kirin

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr got, li girtîgehên Tirkiyeyê êşkence zêde bûye û bi rêk û pêk tê kirin.

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr diyar kir ku li girtîgehan di bin navê 'Desteya Çavdêriya Înfazê ya Girtîgehê' dadgeheke duyemîn hatiye avakirin û li sergirtiyên 30 salan poşmanî tê ferzkirin. Taşdemîr destnîşan kir ku binpêkirina mafên mirovan ên girtiyan û êşkence bi rêk û pêk tê kirin.

Taşdemîr ji ANF'ê re axivî û got, "Vê dema dawî li girtîgehan kiryarên giran diqewimin ku vegotina wan nepêkan e. Zexteke bi rêk û pêk heye. Hema bêje li hemû girtîgehan heman bêhqiûqî diqewime. Eger rewşeke bi vî rengî diqewime hingî polîtîkayeke zextê ya bi rêk û pêk heye. Pêwendiya vê yekê bi polîtîkayên hikumetê heye. Polîtîkaya li derve ya ji bo tepisandina civakê, li girtîgehan girantir bûye. Mafên destûra bingehînî hemû hatine desteserkirin û girtî neçar dimînin ku li hemberî vê yekê li ber xwe bidin."

Taşdemîr bi bîr xist ku qanûn an jî neçariyeke bi navê 'sermijartina li ser piyan' nîne, lê belê rojên dawî bi israr ev yek tê ferzkirin û got, "Mafên navneteweyî yên girtiyan hene; mafê hevdîtina li gel hev, mafê sohbetê û çalakiyên civakî. Mafê sporê, hevdîtin û hwd. Di Qanûna Înfazê ya Ceza de ev maf hatine naskirin, lê belê têne desteserkirin. Hincetên pûç têne afirandin dema ku girtî li ber vê yekê radibin hingî jî tundiyê li wan dikin. Niha li nava girtîgehê dadgehek ava kirine. Dadgeh ji xwe ceza dide, lê niha Desteya Çavdêriya Înfazê ya Girtîgehê jinûve dadgehê çêdikin. Pira 'Hûn endamê rêxistinê ne?' li girtiyan dikin. Ji girtiyên ku 30 sal in girtî ye vê pirsê dikin. Dema ku bersiva ne li gorî dilê xwe werdigirin, hingî girtî dihêlin. Ev bi temamî kêfî ye. AKP-MHP hewl dide tolê ji girtiyên siyasî hilîne. Hemû pêdiviyên mirovî jî bi pereyan difiroşin. Dema ku malbatên wan pereyan dişînin jî vê carê bi îdîaya 'alîkariya ji bo rêxistinê' ceza dibirin. Gelekî zehmet e ku ev bêne îzahkirin."

Taşdemîr ragihand ku rêveberiyên girtîgehan hevdîtinê bi wan re nakin û got, "Dema em hevdîtinê bikin wê êşkence eşkere bibe. Partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên demokratîk divê çavdêriyê li rewşê bikin. Erk û karekî mezin dikevin ser milê rêxistinên mafên mirovan û baroyan. Divê bi israr li ser vê yekê bisekinin."

PÊŞNÛME PIRS TÊNE VEGERANDIN

Taşdemîr diyar kir ku êşkenceya li girtîgehan timî dixin rojeva meclîsê, pêşnûme pirsan didin û got, "Ji sedî 80 bersivê nadin pêşnûme pirsên me. Dema ku bersivê didin jî nabêjin, 'me wergirt, lêkolîn kir û em ê bersivê bidin'. Carna pêşnûme pirsên me bi îdîaya 'gotinên giran e' li me vedigerînin. Gelek caran jî bersivê nadin."