Dema qala binpêkirinên mafên mirovan tê kirin, ewil girtîgeh tê bîra mirov. Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi salan in binpêkirinên mafan tên kirin. Ev binpêkirin piştî ragihandina Rewşa Awarte (OHAL) ya 15’ê Tîrmeha 2016’an zêdetir bûn. Bi taybet bi girtîgehên tîpa S û Y ku tê armanckirin têkiliya girtiyan bi derve re bi temamî bê qutkirin, tecrîd kûrtir bû.
Di serdema hikûmeta AKP’ê de bi giştî 392 girtîgehên vekirî û girtî hatin girtin. Lê şûna girtîgehên navborî girtîgehên ku binpêkirinên mafan ên girantir hene, hatin avakirin. Li Tirkiye û Kurdistanê ji 1’ê Kanûna 2023’an ve bi giştî 405 girtîgeh hene ku 274 ji wan girtî ye. 16 ji wan girtîgehan di sala 2023’an de hatine avakirin.
Rêveberê Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Parêzer Firat Taşkin têkîldarî bûyerên di nava salê de li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê qewimîne ji ANF’ê re nirxandin kir. Taşkin anî ziman ku tecrîda ku salên 1990’î û destpêka salên 2000’î bi Kanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TKM) re dest pê kiribû û bi girtîgehên tîpa F û E dewam kir, îro bi girtîgehên tîpa S û Y dewam dike.
Taşkin bal kişand ser greva birçîbûnê ya bidem û dorveger a girtiyan ku di 27’ê Mijdarê de li dijî tecrîdê dan destpêkirin û wiha got: “Weke tê zanîn Birêz Abdullah Ocalan zêdeyî hezar roj in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de ye. Ev tecrîd her ku diçe neçareseriyê kûrtir dike. Di heman demê de ev rewş wê di dîroka cîhanê de weke lekeyekî reş bimîne. Îro hikûmet bûdceya xwe ya herî mezin ji bo girtîgehên ewlekariya bilind vediqetîne. Ev rewş jî nîşan dide ku çiqas tê xwestin tecrîdê belav û mayînde bikin. Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dikare der barê pergala hucreyê ku hewl tê dayîn li girtîgehên tîpa E û F bê meşandin jî daxuyaniyê bide, lê heta niha der barê Girtîgeha Îmraliyê ya ku tecrîda girankirî lê tê meşandin, tu daxuyanî neda. Raporên têkîldarî serdana CPT bi raya giştî re nehat parvekirin.”
‘GIRTÎGEHÊN BI EWLEKARIYA BILIND JI BO GIRTIYÊN SIYASÎ HATIN AVAKIRIN’
Taşkin da zanîn ku di 119 girtîgehên Tirkiyeyê de girtiyên siyasî tên girtin û wiha got: “Ji van 119 girtîgehan nêzî 50 girtîgeh girtîgehên bi ewlekariya bilind in. Ev yek bi eşkere nîşanî me dide ku girtîgehên bi ewlekariya bilind di encama polîtîkayên li dijî girtiyên siyasî hatine avakirin. Dema em li rêjeya girtiyên siyasî yên li 119 girtîgehan dinêrin, ji sedî 70 ji wan di girtîgehên bi ewlekariya bilind, hucreyên yek kesî û sê kesî de dimînin.“
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ NIKARIN TEDAWÎ BIBIN’
Taşkin bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên siyasî û wiha got: “Ji ber zehmetiyên çûnhatina nexweşxaneyê, pêkanîna kelekpeçê û li nexweşxaneyan ji ber pêkanînên bi awayekî kelemçekirî muayenekirinê, girtî nikarin tedawî bibin. Ji girtiyên nexweş re ku nikarin bi têna serê xwe bijîn jî, ji ber raporên nezanistî yên ATK’ê, rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ tê dayîn.”
‘POLÎTÎKAYÊN SANSUR Û ÎNKARÊ DEWAM DIKIN’
Taşkin got ku ew gilî digirin ku zextên li ser girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi grevên birçîbûnê kirine, zêde bûne û wiha berdewam kir: “Mixabin di vê pêvajoya greva birçîbûnê de gelek zext li girtiyan tên kirin. Prosedurên ku divê ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ne bên pêkanîn, nayên kirin. Bi taybet name tên sansurkirin. Mixabin di gelek girtîgehan de girtî nikarin têkiliya bi Kurdî deynin. Peyva ‘Silav’ jî dibe sedem ku name bê sansurkirin. Destûr naye dayîn ferhenga Kurdî jî bikeve girtîgehê. Ev pêkanînên ku li dijî Kurdî tên kirin, li dijî zimanên din nayên kirin. Polîtîkaya înkarê ya desthilatê ya li hemberî Kurdî li girtîgehan jî dewam dike.”
‘GIRTÎGEH VEGUHERÎNE QADÊN BERXWEDANÊ’
Taşkin diyar kir ku girtî li gel bi hezaran binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî berxwedaneke mezin raber dikin û serî natewînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gel ewqas zext û tundiyê jî girtî bi moral û motîvasyonake mezin, her tim mijara tecrîdê anîn ser ziman ku pirsgirêka herî mezin a li ber demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Girtî li dijî polîtîkayên ku tê xwestin bên pêkanîn, dengê xwe bilind dikin. Girtîgeh li dijî binpêkirinên mafan veguheriye qadên berxwedanê. Ev rewş jî nîşanî me dide ku polîtîkayên li girtîgehan tên meşandin encam nagirin.”