Tecrîd li Krasnodarê hate şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê herêma Krasnodarê hate şermezarkirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê herêma Krasnodarê hate şermezarkirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Komara Xweser a Adîgeyê ya herêma Krasnodar a Rûsyayê hate şermezarkirin.
Bi navê jinên Kurd ên li Adîgeyê, Hevseroka Meclîsa Kurd a Adîgeyê Sînem Broyeva daxuyanî da. Broyeva bi bîr xist ku ji sala 2011'an û vir ve tecrîdeke girn li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û destûr nayê dayin ku parêzer û malbata xwe bibîne. Broyeva got, heta ku agahiyê ji Rêberê xwe bigirin wê çalakiyên xwe bidomînin.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrîşên dagirkeriyê yên rejîma AKP-MHP'ê yên li çar parçeyên Kurdistanê.
Broyeva destnîşan kir ku weke jinên Kurd ên li Adîgeyê ew azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke azadiya xwe dibînin.