'Têkoşîna azadiyê ya gelan, HDP bir meclîsê'
Platforma Hilbijartinê ya Ewropayê li ser encamên hilbijartinên 24'ê Hezîranê daxuyaniyek da û destnîşan kir, gelên ku bi berdêlên giran çûn cihê dengdanê û dengê xwe dan, HDP gihand meclîsê."
Platforma Hilbijartinê ya Ewropayê li ser encamên hilbijartinên 24'ê Hezîranê daxuyaniyek da û destnîşan kir, gelên ku bi berdêlên giran çûn cihê dengdanê û dengê xwe dan, HDP gihand meclîsê."
Platforma Hilbijartinê ya Ewropayê li ser hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser zor û zehmetiyên dema hilbijartinê û hate destnîşankirin ku ji bo HDP cihê xwe li meclîsê bigire, gel bi ruhê seferberiyê têkoşiya ye.
Platformê diyar kir, tevî hemû êrîşên faşîzan pêşî li xurtbûna HDP'ê û eniya demokrasiyê nekarî bê girtin û gelên ku têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê ya li welêt li Ewropayê jî dewam kirin, pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, desthilatdariya AKP'ê ku Kurdistan û Tirkiye mehkûmî rejîmeke tekparêz-faşîst kiriye, bi dîktatoriyeke hov û har, glean bi rê ve dibe.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Hevserokên HDP'ê, parlamenterên wê, Hevşaredar û bi hezaran kedkarên HDP'ê hatine girtin û hate gotin, "Tevî terora tifaqa AKP-MHP'ê ya faşîst, mezinbûna HDP'ê û eniya demokrasiyê nekariye bê astengkirin. Gelên me bi rola hêzên demokrasiyê yên di nava HDP'ê de hesiyan û ji bo HDP'ê bigihîne meclîsê xwe bi rengê seferberiyê dengê xwe dan û îradeya demokrasiyê ya gelan birin meclîsê."
Platformê destnîşan kir ku bloka faşîst bi desteserkirinê bûye desthilatdar û diyar kir, bloka faşîst a AKP-MHP'ê rewa nîne.
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku Kurdistanî, Tirkiyeyî, Ermenî, Asûrî-Suryanî, Laz, Çerkes, Elewî, Êzidî, Xiristiyan, Misilman, jin, ciwan, hemû rewşenbîrên mûxalîf û hêzên demokrasiyê li dora HDP'ê li hev civiyan û bûn mînakeke demokrasiyê.
Platforma Hilbijartinê ya Ewropayê da xuyakirin ku di dema pêş de wezîfeyên mezintir dikevin ser milê hêzên aştî, demokrasî û azadiyê û wê bi vê bîr û baweriyê li her cihî têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê, têkoşîna xwe ya demokrasiyê bidomînin.
Herî dawî bang li her kesî hate kirin ku li dijî faşîzmê cihê xwe di nava eniya demokrasiyê de bigirin.