Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna demokrasiyê ye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna demokrasiyê ye. Heke em di têkoşîna demokrasiyê de neyên ba hev, ew ê jiyan têkeve bin tecrîdê.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bûrsayê 2’emîn Kongreya xwe ya  Awarte li Salona Dawetê ya Îmza ya Navçeya Yildirimê li dar xist. Li salonê pankartên “Em ji faşîzmê re dibêjin raweste, em bi rêxistinbûnê dimeşin azadiyê", "Parlementerên girtî vîna me ne" û dowîzên “Em bi keda xwe bi hêz dikin û bi rêxistinbûnê xwe azad dikin" vekirin û alayên HDP'ê hildan. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Abdullah Koç û gelek kes jî amade bûn. Kongre bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir.

‘EM Ê BI HEV RE LI SER VÊ RÊYÊ BIDOMÎNIM’

Ewil Hevseroka HDP'ê ya Bûrsayê Fîlîz Ejderoglû diyar kir ku her yek ji qadekê hatine li vir kom bûne û bi hev re dimeşin û wiha got: "Heta ku ji destê me tê em ê projeya HDP'ê mezin bikin. Em kesên ji demokrasî, aştî û azadiyê bawer dikin û ji bo vê baweriyê têdikoşin. Bêyî ku em rê bidin faşîzmê em ê vê meşa xwe berdewam bikin. Em ê vê ala destê xwe dewrî hevalên xwe yên nû bikin. Em ê bi hevre vê rêyê bidomînin." 

Rêvebera HDP'ê yê Bûrsayê Yuksel Akin jî anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe li derên cuda û qadên cuda berdewam bikin û wiha got: "Hêj komkujiya Pirsûsê li ber çavê me ye. Wekîlên me hatin girtin. Ji bo em têkoşîna hevalên xwe yên hatin qetilkirin bidomînin, em ê di vê rêyê de têkoşîna xwe berdewam bikin. Di 2 salên dawî de zêdeyî 300 hevalên me hatin girtin. Em ê têkoşîna wan berdewam bikin. Di serî de heta em rêzdar Ocalan û hemû hilbijêr û siyasetmedarên xwe azad bikin divê em rexnedana xwe bidin. Em ê di demên pêş de jî li dijî pergala yek zilamî rêxistinbûna xwe xurt bikin. Em ê vê erka xwe pêk bînin."

TEMELLÎ: LI HER DERÊ EW Ê TÊKOŞÎNA ME BIDOME

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî jî bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û wiha got: "Têkoşînek wisa bi biryar e li ku dibe bila bibe, dîsa jî didome. Li derve li hundir li her derê didome. Em ê heta dawî bi ser faşîstan ve bimeşin. Li vir wêneyên hevalên me hene. Hemû ji bo me bûn mînak. Bûn pêşeng. Wekî Leyla Guven. Ez li vir hezkirin û silavên xwe ji Leyla re dişînim. Parlementera me Leyla Guven niha girtî ye. Îktîdar qanûnên xwe û qanûna 12'ê îlonê jî îhlal dike. Ji ber ku derdê wê HDP ye. Kî azadî, demokrasî, mafên mirovan û aştiyê bixwaze dike hedefa xwe. Kî bi HDP'ê re bên cem hev dibe hedef. Lê çi bikin bila bikin HDP bi biryar e. Wê têkoşîna xwe berdewam bike. Kî vegerin jî, em ji vê rêyê venagerin. Leyla Guven jî vê peyamê dide û dibêje 'Ez ne ji bo azadiya xwe, vê yekê ji bo gelên Tirkiye, aştiyê û azadiya gelê Kurd dikim. Dibêje rêya aştî, demokrasî û azadiya gelên Tirkiye di Îmraliyê re derbas dibe. Ji ber vê yekê divê tecrîd bê şikandin.' Ji bo yên fam dikin bi bedena xwe li dijî tecridê li ber xwe dide. Têkoşîna Leyla Guven ji bo me hemûyan mînak e. Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna demokrasiyê ye. Tecrîda li Îmraliyê tecrîda li ser hemû gelê Tirkiye tê meşandin. Ne tenê gelê Kurd, divê gelê Tirkiye jî qîmetê bidin vê çalakiya Guven. Ger ku em di têkoşina demokrasiyê de nebin yek, qê îktîdar hemû mafê me binpê bike û ji destê me derxe.”

‘EM Ê TIFAQA GELAN AVA BIKIN’

Temellî axaftina xwe wisa domand: “Em ê îtîfaqa gelan, kedkaran, jinan û hemû kesên aştî û demokrakrasiyê dixwazin ava bikin. Em dikarin vê yekê bi ser bixin. Ne tenê ji bo hilbijartina rêveberiyen herêmî, ji bo pêşeroja Tirkiye ev îtîfaqa gelan, jin û ciwanan û kedê girîng e. Me di hilbijartina 24'ê Hezîranê de tevî hemû lîstik û hîleyên wan bend bi serê wan de hilweşand. Em dê di hilbijartina 31'ê Adarê de jî dîsa heman serkeftinê bi dest bixin.  Çawa ku di hilbijartina 24'ê Hezîranê de me gavek mezin avêt. Em ê di 31'ê Adarê de jî gaveke mezin biavêjin. Em ê berî her tiştî qeyûman paqij bikin. Qeyûm talanî, nelirêtî û dizî ye. Mînakê vê yekê li Wan, Êlih, Silopî, Amedê û Sêrtê li ber çavan in. Divê em hemû milê xwe bidin hev. Em ê biçin li deriyê hemû malan bidin. Em ê bang li her kesî bikin ku xwe bi xwe bi rê ve bibin. Divê em tifaqa yekîtiya hêzê ava bikin. Ji ber ku HDP hêvî, bawerî û partiya gelan e. Têkoşîna HDP'ê têkoşîna hemû gelan e. Werin em bi hev re di bin baneyên HDP'ê bên ba hev.”

Piştî axaftina Temelî û xwendina raporan hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo hevserokatiya HDP'ê ya Bûrsayê Mehmet Resûl Baykara û Serpil Yildiz hatin hilbijartin.