Temel: HDP bi zemîna xwe, li ber xwe dide

Alîkarê Hevserokatiya HDP’ê Tayyîp Temel diyar kir HDP li hemberî feraseta tekparêz, înkarker û nijadperest a netewe dewletê, roleke wekî ya panzehîrê bi cih tîne û got “HDP bi zemîna heqîqetê re, li hemberî hemû êrîşan li ber xwe dide.”

Alîkarê Hevserokatiya Berpirsê Komîsyona Çapemenî û Propagandayê ya  HDP’ê Tayyîp Temel ji ANF’ê re axivî.

Temel diyar kir dema ku dihat nîqaşkirin doza Kurdan bi rêyên demokratîk were çareserkirin, HDP veguheriye projeyê û got “HDP ev proje ye ku hêzên çepgir, sosyalîst, şoreşger û demokrasiyê yên Tirkiyeyê û tevgera siyasî ya Kurdan cara pêşîn di bin banekî de li hev kom bûne. Pêvajoya pêşketina wê ji ya dema niha cihêtir bû. Ji bo çareseriya demokratîk a doza Kurdan nîqaş dihate kirin. Cara pêşîn Rêber û pêşengê tevgera siyasî ya Kurdan bi desthilatdariya ku dewlet temsîl dikir, muzakere kir. Abdullah Ocalan demeke dirêj avabûna xwe û wekî avabûna hevpar a hêzên şoreşger a li Tirkiyeyê didît. Rêzdar Ocalan xwe ji xeta têkoşîna ku Mahîr, Denîz û Kaypakkayaya dixwest li Tirkiyeyê ava bike, cihê nedidît. HDP wekî encama vê fikrê derket holê. HDP bi navê partiya tifaqa dîrokî derket pêş.”

Temel bal kişand ser rola HDP’ê ya di pêvajoya diyalogê de ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin û got “Hefteyê carekê heyet diçûn Îmraliyê, fikrên wî bi civaka Tirkiyeyê re dihate parvekirin û li Rojava şoreşek dihate kirin. Dema ku li Rojava û Tirkiyeyê perspektîfa yekîtiya gelan a ji bo têkoşînê bi pêş diket, HDP wekî partiyeke muzakereyê pêk hat. Yek ji karên herî girîng ên HDP’ê ev bû ku di navbera Îmrali, Qendîl û Enqereyê de navbeynkar bû. Yek ji hêza mudaxîl a di Mûtabakata Dolmabahçeyê de HDP bû. Lê rêveberiya Erdogan şer, pevçûn û înkar tercîh kir û hemû tiştên erênî yên pêvajoya muzakereyê hilweşand.”

ÇAVKANIYA HÊZA HDP’Ê

Temel berxwedana fikra HDP’ê spart du tiştan û got “Yek jê xwe dispêre heqîqetê. Li Tirkiye, Rojhilata Navîn û parçeyên din ên Kurdistanê paradîgmayek geş dibe. Ji dêvila ku gel bibin dijminên hev û li hemberî hev şer bikin, paradîgma bû projeya avakirina jiyana hevpar. HDP xwe dispêre vê heqîqetê. Heqîqet ev e civak rengîn e, cihê ye û ne tek e. Nasname ne dijminên hev in, nasname dikarin di zemîneke aştiyê de bijîn. Feraseta nijadperest a netewe-dewletan vî tiştî dikin. Ev tişt jehr e û HDP panzehîra vî tiştî ye û ev tişt ji heqîqeta wê ya dîrokî û civakî tê.

Ya duyemîn jî hêzên hegemonîk hewl dide projeyên civakî bê îtîbar bike û wan ji rê derxîne. Êrîş ne bi tenê girtina partiyê, dîlgirtin û girtina hevserok û rêveberan e. Êrîş li dijî zemîna wê tê kirin û tê xwestin proje were guherandin. Li ser HDP’ê êrîşeke mezin a îdeolojîk heye. Ji aliyekî ve hişê dewletê dixwaze HDP bi tenê wekî partiya Kurdan nîşan bide û  bi vê re li dijî HDP’ê rêxistinkirina nijadperestî dike. Ji aliyê din ve jî aqilê dewletê wisa nîşan dide ku HDP ketiye pey tevgera çepgir û sosyalîst a Tirkiyeyê û qaşo HDP nikare Kurdan temsîl bike. Ev êrîş ji bo veguherandin û tunekirina HDP’ê tê kirin. Ev êrîşên îdeolojîk û polîtîk in. Li hemberî van êrîşan jî HDP xwe dispêre perspektîfa xwe. Heke îro berxwedana HDP’ê tune bûya wê îro mûxalefetê nikaribûya li hemberî desthilatdariyê gotinek jî bikira. Berxwedana mezin a HDP, Kurdan û tevgera siyasî ya Kurdan AKP aniye asta hilweşandinê. Bi metodên têkoşîna demokratîk me dît ku AKP çiqasî teşhîr bûye. Heke HDP’ê dev ji têkoşînê berda, jinan dev ji têkoşînê berdana û tevgera siyasî ya Kurdan li ber xwe nedaya wê îro AKP nehate ber asta hilweşandinê. Mûxalefet jî ligel ku zemîna mûxalefetê dibîne, li hemberî AKP’ê projeyeke xurt ava nake. Çareseriya rastîn a bloka demokrasiyê ye ku HDP û yên li dora HDP’ê ne. Tifaqa Ked û Azadiyê gava pêşîn a vî tiştî ye.”

Temel diyar kir HDP di heman demê de partiyeke jinan e û got “Jin pêşengtiyê ji berxwedanê re dikin. Hişê stratejîk ê jinan li hemberî faşîzmê berxwedanê geştir dike. Heke jin li hemberî polîtîkayên desthilatdarî bi ser bikevin wê koletî biqede. Em di nêzikatiya ji bo Peymana Stenbolê vî tiştî dibînin, di nêzikatiya li hemberî pêşengên jin dibînin. Ji ber vê HDP vê xetê xurt diparêze.”

Temel derbarê dorpêçandina li ser HDP’ê jî axivî û diyar kir ji bo pêvajoya pêş ew amadekariyeke xurt dikin û got “HDP di du sê salên dawîn de vê siyaseta dorpêçandinê di her şertan de qelaşt.  Di her hilbijartinê de mezin bû û li Tirkiyeyê dibe aktorê ku hevsengên siyasî diyar bike. Li hemberî zext û zoriyên desthilatdariyê û dek û dolabên desthilatdariyê em di nav amadekariyeke mezin de ne. Di nav Tifaqa Ked û Demokrasiyê de 6 partî hene. Em xwedî van derfetan in ku em di her şertan de dikarin qedera Tirkiyeyê diyar bikin û Xeta Sêyemîn him li qadan û him jî meclîsê dikarin temsîl bikin.”