Temellî: Heşt mehên pêşiya me krîtîk e
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku heşt mehên pêşiya wan gelekî krîtîk e û diyar kir ku krîzeke mezin a rêveberiyê li pêş wan e.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku heşt mehên pêşiya wan gelekî krîtîk e û diyar kir ku krîzeke mezin a rêveberiyê li pêş wan e.
Meclîsa Partiyê ya HDP’ê ji bo civîneke du rojan, li hev civiya. Civîn li navenda giştî ya partiyê hate kirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di destpêka civînê de axivî û wiha got: “8 mehên pêşiya me ji bo Tirkiyeyê pir krîtîk in. Di vê serdemê de hilbijartina rêveberiyên herêmî û têkoşîna HDP wê bi rê ve bibe, ji bo me gelekî girîng in. Em ê jî xebatên xwe di vê çarçoveyê de bi rê ve bibin.”
‘SAZIYÊN DARIZANDINÊ BI FERMANAN KAR DIKIN’
Temellî, bal kişand ser rewşa parlamentera HDP’ê Leyla Guven û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê êdî pergala darizandinê, bi fermana Qesrê tê birêvebirin. Berdana Guven tenê du saetan berdewam kir û du saet şûn de cardin girtin. Weke ku ev ne bes e, vê carê nabin nexweşxaneyê. Ji ber ku di girtîgehê de stran straye, cezayê dîsîplînê dane wê. Ev pêkanînên keyfî yên di darazê de nayên qebûl kirin.”
Temellî qala binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî kir û got ku: “Li Wanê, di bin çavan de êşkenceya li malbatekê hatibû kirin tevahiya Tirkiyeyê şopand. Ligel ku bi dehan car me ev mijar anî ser ziman jî, Wezareta Dadê tu tişt nekir û negot. Hemû sazî, bi ferman û ramanên aqilekî siyasî tevdigerin. Ji ber vê yekê niha li girtîgehan nêzî 700 girtiyên nexweş hene.”
‘DIVÊ QATILÊN BÛYERA PIRSÛSÊ WERIN DÎTIN’
Temellî, behsa qirkirina malbata Şenyaşar jî kir û wiha bilêv kir: “Derbarê komkujiya berî hilbijartinê li Pirsûsê hat jiyîn û 3 hevalên me yên li nexweşxaneya dewletê hatin qetilkirin û hîna tu pêngav nehatiye avêtin û bersûcek nehatiye destgîrkirin. Li vê derê em cardin bang li zatê Wezareta Karê Hundir dikin. Erka we ev e ku hûn sûcdaran bigirin û ne ku hûn gotinan ji bo kesên li dijî sûcdaran têdikoşin, bêjin.”
Temellî, da zanîn ku OHAL’a du salan Tirkiyeyê ber bi hilweşandinê ve bir, niha bi qanûnan daîmî kirin û wiha rêz kir: “Erkên mezin dan walîtiyan. Pergala rewşa awarte ya derdorê avakirin. Ger walî bixwazin, dikarin destûr nedin mirov bikevin bajaran û derbarê kesan de teserûfa îdarî bike. Em niha bi pêkanînên qedexeyên mafên mirovan ên bi rehetî bigerin re rû bi rû ne. Di vir de edalet tuneye. Ev rewşa awarte ye û tu carî nayê qebûl kirin.”
‘DI NAVA 16 SALAN DE TUNDÎ Û NIJADPERESTÎ ZÊDETIR BÛ’
Temellî, gotinên xwe wiha berdewam kir: “Li vî welatî di bin feraseta desthilatdariyê de krîzeke mezin heye. Desthilatdariyek ku mirovan dike dijminê hev, êdî bo van gotinê xwe li tevahiya civakê belav bûye. Bedela vê yekê mirov, jin, kedkar û heywan didin. Hîna duh li Maltepe mirov di nava kolanan de hat lînckirin. Rastiya bûyerê ne diyar e. Di nava 16 salan de cudakarî, nijatperestî û tundî tim pêşxistin. Rewşa aboriyê ya tê jiyîn jî, bi desthilatdariya siyasî ve girêdayî ye. Em bi rêveberiyek krîzê ya mezin rû bi rû re ne.”
Temellî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tirkiye di warê polîtîkayên ji derveyî welat de, di nava hilweşandinekê de ye. Polîtîkayên ji derveyî welat êdî veguheriye bazara rehînê. Dibe ku pîşesaziya şer qezenc dike, lê gelên Sûriye û Tirkiyeyê winda dikin.”
Piştî axaftina Temellî civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.