Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî tevî heyetekê çû serdana Navenda giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Rêveberiyên Xwecihî û Şaredariyan (TUM BEL-SEN).
Temellî di dema serdanê de axivî û işaret bi pirsgirêkên giran ên têkoşîna kedê kir. Temellî diyar kir ku ew bi hev re li rêyên çareseriyê digerin û işaret bi hilbijartinên xwecihî kir.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê got, "Di hilbijartinên xwecihî de wê sendîka jî bersiva herî xurt bide vê feraseta qeyûmî" û bi mijarê daket: "Têkoşîna me têkoşîna demokrasiyê ye. Werin em bi hev re ji bo demokrasiyê têbikoşin. Têkoşîna demokrasiyê her wiha têkoşîna kedê ye."
Temellî bi bîr xist ku demeke kin maye ji bo hilbijartinên xwecihî û got, "Di hilbijartinên xwecihî de wê ji bo gelên me bi navê demokrasiyê gavên girîng werin avêtin."
Temellî got, nabe ku ev mijara girîng tenê ji siyasetê re bê hiştin û wiha dewam kir: "Em dixwazin tevî têkoşîna sendîkayî astengiyên li demokrasî û aştiyê rakin."
Serokê Giştî yê TUM BEL-SEN'ê Erdal Bozkûrt jî bi bîr xist ku bi tayînkirina qeyûman re 1700 endamên wan ji kar hatine derxistin û got, "Divê ev yek were zanîn; ya ku hatiye kirin bê hiqûqî û kêfiyeteke mezin e."
Bozkûrt diyar kir, eger hêzên demokratîk ên vî welatî li hev bicivin, wê karibin hemû astengiyan ji holê rakin û got, "Hilbijartinên xwecihî xwedî wateyeke wiha ye. Li qadên xwecihî em dikarin li hev bicivin û rejîma yek şexsî bihejînin."
BANGA JI BO TIFAQÊ NEBÛ
Temellî piştre bersiv da pirsên rojnamevanan. Rojnamevanekî jê pirsî ku banga wî roja Sêşemê di civîna koma partiya xwe de kir li kê bû? û Temellî jî ev bersiv da: "Ev yek banga ji bo tifaqê nebû. Kiryarên vê tifaqê li pêş çavan e. Tevî niyeta wan a di pêvajoya çareseriyê de, vê desthilatdariyê giranî da ser Planên Têkbirinê. Peyama min ji bo civaka Tirkiyeyê bû. Niha şerek diqewime. Ji bo ev şer biqede di pêvajoya çareseriyêa de gaveke girîng hatibû avêtin. Vê civakê tecrûbeyên gelekî girîng ji vê yekê derxist. Lewma mûxatabê vê yekê Îmrali ye."
'ADRES ÎMRALI YE'
Temellî bi dewamî got, "Dema ku hûn li Îmraliyê li dora maseyê rûniştin, eşkere bû ku ji bo aştiyê gav dikarin bên avêtin. Dema ku we ew mase qeliband, şer li vî welatî dest pê kir. Vê desthilatdariyê paşeroja xwe ya siyasî li ser vî şerî ava kir. Divê em dawî li vê feraseta desthilatdariyê bînin. Têkoşîna aştiyê ji ber vê yekê girîng e. Eger aliyên şer wê li hev rûnên, divê bi mûxatabên xwe re rûnên. Bi destê ne mûxataban şer naqede. Lewma min Îmrali weke navnîşana vê yekê nîşan da. Em; partiyên li nava siyaseta demokratîk, parlamento neçar in vê pêvajoyê xurt bikin.
Eger dixwazin di mijara demokrasiyê de li Tirkiyeyê gavan biavêjin, divê giraniyê bidin ser çareseriya pirsgirêka Kurd. Çareseriya pirsgirêka Kurd jî bi aştiyê dibe. Desthilatdariya heyî bi manewrayên cuda tiştekî nade civaka Tirkiyeyê. Tenê dixwaze şerê heyî bidomîne. Ji wan heye ku desthilatdariya xwe dikarin bi vî rengî bidomînin. Divê em bi hev re dawî li vê yekê bînin. Ji bo aştiyê divê em dengê xwe bilind bikin."