Temellî: Kujerên malbata Şenyaşar li ku ne?
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku qatîlên malbata Şenyaşar tên parastin. Temellî bal kişand ser vî tiştî ku, ya girîng ne meclîs e, têkoşîn e.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku qatîlên malbata Şenyaşar tên parastin. Temellî bal kişand ser vî tiştî ku, ya girîng ne meclîs e, têkoşîn e.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî li gel parlamenterên HDP’ê Habîp Eksîk, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Zuleyha Gulum û Hasan Ozguneş piştî kampa li Wanê berê xwe dan Agiriyê. Heyeta HDP’ê ewil çûn navçeyên Panos û Dutaxê. Gelê navçeyan heyete pêşwazî kir. Temellî û heyeta pê re pişt re derbasî navenda Agiriyê bûn û esnafên li Meydana Tahîr Elçî ziyaret kirin. Gel eleqeyek mezin nîşanî heyetê dan. Pişt üre heyet derbasî avahiya HDP’ê ya bajêr bû û Temellî li vir xîtabî gel kir. Temellî diyar kir ku ew ji pêvajoya hilbijartinê ve nehatine Agiriyê û ji bo serkeftina gelê Agiriyê ya hilbijartina 24’ê Hezîranê pîroz kir.
‘ME BEND HILWEŞAND’
Temellî anî ziman ku di bin şertê OHAL’ê de hilbijartina 24’ê Hezîranê bi her cûre dek û dolaban pêk hatiye û got: “Bi walî, qeymeqam, polîs û leşkerên xwe kampanyaya hilbijartinê bi rê ve birin. Bend danîn pêşiya me, lê me bi hev re hilweşand. Em bi koma herî hêzdar a mezin temsîliyeta Tirkiyeyê çûn Meclîsê. Li dijî vê îktîdara zilmdar di sindoqan îradeya gel bi ser ket. Ya esas ne Meclîs û hilbijartin e, ya esas têkoşîn e. Beriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê jî têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê bi me didome. Îro dibêjin ‘OHAL rabûye’ lê li Meclîsê yasaya OHAL’a nû tê dîtin. Beriya niha bi 3 mehî dirêj dikirin, niha wê OHAL’ê 3 sal dirêj bikin. Dixwazin rewşê wiha asayî bikin. Em ê li dijî vê OHAL’ê jî nerazîbûnên xwe bînin ziman. Em ê li tax, kolan, kargeh û bajarên û li her deverê li dijî vê pergala OHAL’ê û faşîzmê têkoşîna xwe mezintir bikin.”
‘EM DENGÊ GEL IN’
Temellî destnîşan kir ku wê 67 parlamenterên HDP’ê li her devera Tirkiyeyê bin û wiha axivî: “Em dengê gel in. Em ê li dijî faşîzmê vê têkoşînê bi hev re rêxistin bikin. Wekîlên me di navbera gel û parlamentoyê de pir in. Em ê li her deverê bi wekîlên xwe re rêxistinbûyînê bikin. Em ê li cem hemû mexdûrên vê pergalê cih bigirin û xebatên xwe yên rêxistinê bi rê ve bibin. Em ê ba hêzên demokrasiyê xebat û têkoşînê bikin. Em di rojên tarî de derbas dibin, ên vê parçe bikin jî em in. Em ê bi soza me daye cangoriyan û hêza me ji wan girtiye rêya xwe bidomînin.”
‘LI BER ÇAVÊ WALÎ MALBATA ŞENYAŞAR QETIL KIRIN’
Temellî der barê êrîşa li ser malbata Şenyaşar a li Pirsûsê de jî axivî û wiha got: “Li ber çavê hemû kesan 3 hevalên me li nexweşxaneyê bi awayekê hovane qetil kirin. Li ber çavê walî û personelên nexweşxanê hatin qetilkirin. Ligel ku hemû bersûc diyar in jî, lê kesek bi tenê jî nehat destgîrkirin. Wezîrê Karê Hûndir derdikeve hemû kesan sûcdar dike û heqaret dike. Xwest me sûcdar nîşan bide û bi vî awayî ser sûcên xwe bigire. Gelo qatilên van 3 hevalên me li ku derê ne? Va ye niha dîsan gefan li malbatê dixwin. Malbata neçar ma ku ji Pirsûsê bar bike. Ez dîsan bang li dozgerên vî welatî dikim, peywira xwe bînin cih. Ger li holê sûcek hebe, divê lêkolînê bike, lêpirsîn û dozê veke. Li holê ne sûcek 3 sûc hene. We derbarê van de tiştek nekir. Divê hûn derbarê kesên gef li Emîne Şenyaşar dixwîn de jî lêpirsînê vekin.”
‘EV WELAT BER BI HILWEŞANDINÊ VE DIÇE’
Temellî bal kişand ser krîza aborî ya di rojevê de ye û got: “Krîzên aborî, siyasî û civakî hemû bi hevre tên jiyîn. Ev desthilatdar, ji ber hêrsa di desthilatdariyê de bimîne, ev welat ber bi hilweşînê ve bir. Em hatin Agiriyê. Min pirsa pirsgirêka herî mezin a Agiriye çi ye, kir? Ji min re gotin bêkarî, cotkarî û sewalkariyî ber bi qedandinê ve diçin. Ji neçarî salê 30 hezar mirov ji Agiyê koç dikin. Heman pirsgirêk li Colemêrgê, Şirnexê, Bedlîsê û Mêrdînê jî tên jiyîn. Hikûmeta ku mecbûr e çareseriyê bibîne, hîn zêdetir êrîş dike û gel xizan dike. Li ser vî şerî desthilatdariya xwe dide jiyîn. Em dixwazin ev xizantî bi dawî bibe, mafê cotkar, karker û sewalkaran bê parastin. Weke ku hemû kes jî dizane dijminantiya gelê Kurd bingeha krîzan ava dike. Dawî li şer û xizantiyê anîn di destê me de ye. Em ê bi hev re têkoşîna aştî û demokrasiyê bilind bikin û bi ser bikevin. Me çawan di 24’ê Hezîranê de benda hilbijartinê hilweşand, em ê di serdema nû de jî bi bilindkirina têkoşînê vê desthilatdariyê ji holê rabikin.”
Temellî piştî hevdîtina li Agiriyê tê payîn derbasî Îdirê bibe.