Tifaqa Ked û Azadiyê: Em bi Fîncanci û TTB’ê re ne
Tifaqa Ked û Azadiyê bertek nîşanê kampanyaya lînckirina TTB’ê da û got: “Em Şebnem Korûr Fîncanci û TTB’ê re ne! Em, bêdeng namînin.”
Tifaqa Ked û Azadiyê bertek nîşanê kampanyaya lînckirina TTB’ê da û got: “Em Şebnem Korûr Fîncanci û TTB’ê re ne! Em, bêdeng namînin.”
Tifaqa Ked û Azadiyê, piştî kampanyaya lînçkirina TTB’ê ya AKP/MHP’ê, têkildarê girtina Seroka Konseya Navenda TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci, daxuyaniyeke nivîskî da û xwest ku demildest Fîncanci bê berdan.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Qanûna sansorê, reşkirina ekranên televîzyonan, operasyona berpêyî rojnamevanan, kampanyaya lînçkirina TBB’ê, niha jî bi awayekê kêfî û bi neheqî destgîrkirina Şebnem Korûr Fîncanci. Kevirên rêya hilbijartinê ji aliyê tifaqa AKP-MHP’ê ve bi lezkirina gavên sazûmankirina faşîzmê tê danîn. Desthilatdariya siyasî stratejiya xwe ya hilbijartinê bi tevahî li ser şîdeta dewletê esas digire û bi zêdekirina rageşiya civakî kêlî bi kêlî hewl dide faşîzmê xurt bike.
Demeke ku îdiayên bikaranîna çekê kîmyewî ku ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve ketiye çarçoveya sûcê şer, li gorî dijberiya hiqûqa şer hatiye bi peymanan hatî qedexekirin di rojeve gel de ye, li şûna ku li îdiayan bikole û dest bi lêpirsîneke bi bandor bike, parêzkara mafên mirovan û Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk Şebnem Korûr Fîncanci ku vê berpirsyariya wan tîne ziman, tê destgîrkirin. Mamosta Şebnem, miroveke zanyar e û ji ber ku pêwîstiya zanyarbûyînê bêyî ku gav paş de biavêje anî cih, di hedefê de ye. Desthilatdariya siyasî, ji bo derketina ji krîza xwe, bi pêkanîna zextê, weke pêvajoya pandemiyê TBB’ê hedef digire.
Mamosta Şebnem ne bi tenê ye. Bila demildest Şebnem Korûr Fîncanci bê berdan! Em bi Şebnem Korûr Fîncanci û TTB’ê re ne! Em ê bêdeng nemînin. Em, bang li hemû civaka demokratîk dikin ku dengê xwe bikin û piştevaniyê bidin. Ji bo ked û azadiyê niha dema piştevanî û mezinkirina têkoşîna hevpar e!“