Tirkiye di Endeksa Aştiyê ya Global de 3 gavan bi paş ve çû
Li gorî rapora Endeksa Aştiyê ya Global a saziyeke Elmanya Tirkiye 3 gavan bi paş de çû û kete rêza 149’an.
Li gorî rapora Endeksa Aştiyê ya Global a saziyeke Elmanya Tirkiye 3 gavan bi paş de çû û kete rêza 149’an.
Saziya ramanê Enstîtûya Aborî û Aştiyê (IEP) rapora Endeksa Aştiyê ya Global a 2018’an weşand. Rapor bi rabirdûya 12 salan e.
Li gorî raporê Tirkiye di nav 163 welat û herêmê de kete rêza 146’an. Tirkiye di salekê de 3 gavan bi paş de çû.
Tirkiye di kategriya ‘’şerê navxwe û navnetewî’’ de ji ser 5 puanan 3,2 puan stand. Di kategoriya ‘civak û ewlehiyê’ de puan neguherîn. Di kategoriya leşkerîbûnê de 2 puan stand.
Tirkiye puanê herî xirab ji kategoriya ‘têkiliyên bi welatên cîran re’ stand. Di vê kategoriye de li ser 5’an 5 puan stand, piştî vê nota herî xirab ji ‘terora siyasî’ stand û 4,5 stand.
Li gorî raporê di rêza pêşî de dîsa Izlanda hebû. Ji 2008’an ve di rêza pêşî de Izlanda heye. Piştî vê Zelandaya nû, Avûstûrya, Portekîz û Danîmarka tên.